Berpirsên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, berpirsyaretiya helawîstina NY ji karê tîma karubarên alîkariyên mirovî re, xistin stûyê rêjîma Esed û hevalbendên wê de, û tekez kirin ku ev yek hat standin bi sedema berdewamiya rêjîmê û hevalbendên wê di xurtkirina oparisyonên leşkerî li dijî sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî.
Îro, Yasir Ferhan di daxuyaniyek taybet de got ku rêjîmê bi berdewamî alîkariyên mirovî yên sînordar li ser navçeyên dorpêçkirî qedexe dikirin, ev yek dihat bikaranîn di çarçovê siyaseta xwe ya pêrewkirî de ji bona şikandina îradeya gelê Sûriyê bi şêwazên hovane.
Ferhan bal kişand ku rêjîmê cêbicêkirina biryara encûmena asayîşa navdewletî ya 2254 red dike, biryara daxwaza rawestandina bombebarankirinê û rakirina dorpêçkirina li ser navçeyên dorpêçkirî û gihandina alîkariyên mirovî bo dorpêçkiriyan û serbestberdana girtiyan dike, herwiha rêjîmê hewla bidestxistina qazancên siyasî kiriye, li ser êş û azarên sivîlan.
Hêjayê gotinê ye ku îro, şanderê navdewletî Stîvan Dîmestora helawîstina karê tîma alîkariyên mirovî di Sûriyê de ragihand, û got ku ev helawîstin hat “wek nîşanekê li ser bêzarî û nîgeraniya me, û em bi hêvî ne ku piştî agirbestekê dest pê bikin “.
Herwiha Dîmestora bal kişand ku ji du heyvan ve alîkariyên mirovî derbas nebûne bo navçeyên dorpêçkirî yên Sûriyê, û tekez kir ku pêwîstiya derbaskirina alîkariyan bi agirbestekê heye.
Ku dawîtirîn karwanê alîkariyan di heyva cehzerana bûrî derbasî bajarê Dareya bûye, û dawîtirîn karwan bo taxa Elwe’ir di 18’ê tîrmehê de bû, û dawîtirîn karwanên alîkariyên NY bo bajarokê Newa li gundewarê Der’a di 30’ê tîrmeha 2016an de bû.
Îro, Nûra Elemîr endama desteya siyasî ya Hevbendiyê di daxuyaniyek taybet de daxwaz ji NY kir ji bona li mîkanizmeka nû bigere, bo gihandina alîkariyên mirovî bo dorpêçkiriyên Sûriyê, û herwiha daxwaza standina rêşûnên nû li jêr benda heftan ji bona neçarkirina rêjîmê kir, û hevdem hişyarî da li ser ketina bobilateka mirovî ya bêhempa di sedsaliya niha de bi sedema berdewamiya rêjîmê li ser qutkirina jêderên jiyanê û bikaranîna çekê birçîkirinê û pêwîstiya xelkê bo dermanan.
Elemîr pesind kir ku redkirina rêjîmê ji cêbicêkirina biryarên encûmena asayîşê re, ev yek bi xwe dijberiyek eşkere ye ji biryarên encûmenê re, û daxwza destnîşankirina aliyê berpirs di ber qedexekirina derbaskirina alîkariyan de û herwiha daxwaza dadgehkirina wî alî ji NY kir.
Jêder: Hevbendî