Şanda Encûmena Niştimanî Kurdî bi Serokatiya Ibrahîm Biro Serokê Encûmenê û Mistefa Sîno Endamê komîta peywendiyên derve ya ENKS, digel Yefgînî Arcintisyêv yê bi karê Qunsiliya Rûsî radibe îro pêncşembê 18.8.2016an civiya.
Di destpêka hevdîtinê de, yê bi karê Qunsil radibe kirdeyên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat der mafê Encûmena Niştimanî Kurdî pirotesto kirin, û bi taybetî revandina Serokê Encûmenê û dûrkirina wî, dilgiraniya xwe da xuyakirin û got ku giring e ev kirde bêne rawestandin. Û tekezî li ser helwesta Rûsya kir ku ew dixwaze aliyên Kurdî li Sûriyê nêzîkî hev bin.
Ji aliyê xwe ve şanda Encûmena Kurdî tekezî li ser dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê kir, da ber bi avakirina dewleteke dîmuqratî ve biçe, ku mafê miletê Sûrî bi hemû pêkhatiyan ve tê de dabîn bibe.
Di dawiya hevdîtinê de, yê bi karê Qunsiliya Rûsî li Hewlêrê radibe, tekez kir ko ewê mijara hevdîtinê ji Serkirdayetiya Rûsî re veguhêze, û piştgiriya xwe ji Encûmena Kurdî Sûrî re da xuyakirin û kirdeyên Pertiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD pirotesto kirin, û tekezî li ser berdewamiya hevdîtinan digel Encûmena Niştimanî Kurdî kir.
Hêjayî gotinê ye ko Serokê Encûmena Niştimanî Kurdî Ibrahîm Biro bi karekî hevdîtinan ligel Qunsilxanên li Herêma Kurdistanê radibe, ji wan jî hevdîtinên digel qunsilê Holandî, Firensî, Emerîkî û Tirkî.
Jêder: Hevbendî