Îro 18 tebaxê, belafirên rêjîmê taxên kurdan (Miftî , Salihyê , Tilhecer) ku navendên çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD lê hene topbaran kirin, û li gor çalakvanan jimareke ne diyar ji sivîlan hatine kuştin û jimareke din jî birîndar bûne.
Tê zanîn ku şer û pevçûn di navbera hêzên berevaniya niştimanî(Rûpêçayî) û çekdarên PYD de roja sêşembê ji 16 tebaxê ve li bajarê Hesekê dest pê kiriye, û ji hêla xwe ve rêjîma Esed taxên Kurdan bi topên hawinan ji Çiyayê Kewkeb topbaran dikin, di encamê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, ji wan du jin û zarokek û nêzî deh kesan birîndar bûn û hatin veguhestin bo nexweşxaneya Niştimanî li bajêr
Hêjayî gotinê ye ku ji ber topbaranê gelek dikanên hevwelatiyan li navenda bajêr hatin rûxandin, û hin jî şewitîn her wiha sivîlan dest ji malên xwe berdan û mişextî bajarên Amûdê , Qamişlo , Dirbêsiyê….bûn.
Jêder: Hevbendî