Fermanberiya Tendiristiyê li Parêzgeha Idlib ya rizgarkirî ragihand ko bargehên wê ji encama berdewamiya bombebarana firokên Esed û Rûsya ji xizmetê derketine. Fermanberiyê anî ziman ko ev 15 roj in bombebaran li ser berdewam e, wêraniyeke mezin di avahî û alavên wê de çêbûne.
Amanckirina Rêjîmê û Rûsya ji bargehên bijîşkî re hişt ko gelek ji wan ji xizmetê derkevin. Karmendên biwara bijîşkî diyar kuirin ko 36 bargeh di 40 rojan de hatine amanckirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê destnîşan kir ko amanckirina bargehên bijîşkî ya berdewam tê wateya ko niştecihan koçber bikin.
Bajarê Idlib doh ket ber çend êrîşên asmanî ji aliyê firokên cengî ve ko hejmarek mûşek bikar anîne, çend cih ji nav wan derdora Fermanberiya çandiniyê û derdora Dewar Elsemekat û herêma Elram û hinên din amanckirine, di encamê de çend kes şehîd û birîndar ketin. Hem jî Jinek û biçûkê wê di bombebara rêjîmê ji turumbêlekê li ser rêka Gundê Meer Şemşe jiyana xwe jidest dan.
Her wiha bajarê Meret Elnuman, Kefer Nûbil, Erîha, û bajarokê Meerşorîn û Babîla û Mestûma û Xirbet Has li Gundewarê Idlib bombebaran kirin.
Her wiha Hevbendiya Niştimanî doz li Encûmena Ewlekariyê kir ko pêrabûnên piraktîkî bike da biryarên xwe aktîv bike û li ser cîbicîkirina wan bi tekûzî çavdêr be, bi taybetî yên ko bi parastina sivîlan û rakirina dorepêçê ji ser tax û bajarên dorpêçkirî têkildar bin, hem jî fişara pêdivî bikin ko dabînkirina cîbicîkirina biryarên Encûmeba Ewlekariyê dabîn bike.
Jêder: Hevbendî+Şam