Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Salvegera sêyem e ya kuştara Kîmawî ko hêzên rêjîma Esed roja 21.08.2013 di derheqê xelkên Xûta Rojhilat de pêk anî, û hêj tawankariyên cengê demjimêr bi demjimêrê li hemû Sûriyê bi heman kirêtiyê pêk tên, bê ko civaka navdewletî berpirsiyariyên xwe hilgire.
Nesizakirina berpirsiyarên kuştara kîmawî û berdewamiya di kuştina miletê Sûrî de bi hemû cûreyên çekan, di rûyê civaka navdewletî de şermezariyeke. Her wiha sersarî di misogerkirina dadiyê de destjêberdana mirovantiyê ye, û hem dergeheke ji bo cîhanekê ye ko tawankariyên cengê bi çekên qedexe tê de pêk bên, bê ko tawankar ji sizakirinê bitirse. Ew jî pir gefdanek li ewlekarî û aştiya navdewletî ye.
Di vê mijarê de gerek bê ziman ko hemû biryarên Encûmena Ewlekariyê yên ko bi çekên kîmawî ve têkildar in ji nav wan jî gaza sarîn û gaza kilor yên jehrîn û her wiha birayarên girêdayî bi damezirandina alavine hevbeş ji bo berpirsiyarên ko van çekan bikar tînin destnîşan bikin, her wiha rawestandina amanckirina sivîlan û rakirina dorpêçê ji ser bajaran û derbaskirina alîkariyan, ev biryar hemû hêj derveyî çarçoveya cîbicîkirinê ne.
Pêkanîna kuştara kîmawî bi kirêtiya xwe ve û yên berî wê jî û yên li pey hatine li ser destê Rêjîmê, hemû nîşadek in her car didin xuyakirin ko yekrêzî çê bibe û pabendî bi pirisîbên şoreşê hebe û tenê hêviyê di hêza şoreşgeran de bibînin, û çi zîvirandin li ser viyana miletê Sûrî dê têk biçe. Çarenivîsa miletê Sûrî ne li Rûsya û ne li Îranê dibe, lê ew li Sûriyê û li ser xaka wê û bi destê zaroyên wê tê nivîsandin.
Rêz û rûmet bo Pakrewanan,
Saxlemî bo Birîndaran,
Azadî bo Girtiyan,
Bijî Sûriyê û bijî miletê wê azad.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
21.08.2016