Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê da xuyakirin ku hatina roja bîrana komelkujiya kîmawî ya ku rêjîma Esed li Xota Şamê pêk anî” Şermeke wê bi civaka navdewletî ve bimîne ji ber ku wê kirdeyên vê tawanê siza nekirine”.
Û Hevbendiyê di daxuyaniyeke xwe de doh di bîranîna sêyemîn a komelkujiya Kîmawî de got ku” hêj tawankariyên cengê yên Rêjîmê demjimêr bi demjimêrê li Sûriyê tevî bi heman kirêtiyê pêk tên, bê ko civaka navdewletî berpirsiyariyên xwe hilgire”.
Û hevbendiyê bal kişand ser ku mana berpirsên komelkujiya Kîmawî bê sizkirin, û berdewamiya wan di kuştina Sûriyan de bi hemî coreyên çekan, şermeke wê bi civaka navdewletî ve bimîne û weha jî got:” sersarî di misogerkirina dadiyê de destberdana ji mirovantiyê ye, û hem dergeheke ji bo çêbûna cîhanekê ye ko tawankariyên cengê bi çekên qedexe tê de pêk bên, bê ko tawankar ji sizakirinê bitirse, û ev gefek bêhempa ji ewlekarî û aştiya navdewletî re ye”.
Û hevbendiyê amaje kir ku hemû biryarên Encûmena Ewlekariyê yên ko bi çekên kîmawî ve têkildar in, ji nav wan jî gaza sarîn û gaza kilor yên jehrîn, û her wiha birayarên girêdayî bi afrandina mîkanîzmine hevbeş ji bo berpirsiyarên ku van çekan bikar tînin destnîşan bikin, her wiha rawestandina amanckirina sivîlan û rakirina dorpêçê ji ser bajaran û derbaskirina alîkariyan û “ev biryar hemû hêj derveyî çarçoveya cîbicîkirinê ne”.
Û Hevbendiyê daxuyaniya xwe weha bidawî kir:” kuştara kîmawî bi kirêtiya xwe ve û yên berî wê jî û yên li pey hatine li ser destê Rêjîmê, hemû nîşan in, her car didin xuyakirin ko divê yekrêzî çêbibe û pabendî bi pirisîbên şoreşê hebe û tenê hêviyê di hêza şoreşgeran de bibînin, û çi çareya ne li gor viyana miletê Sûrî dê têk biçe. Çarenivîsa miletê Sûrî ne li Rûsya û ne li Îranê dibe, lê ew li Sûriyê û li ser xaka wê û bi destê xelkên wê tê nivîsandin”.
Jêder: Hevbendî