Bi dirêjahiya sê salan, rêjîma xwînmij ya Beşar Esed rijdbû li ser redkirina berpirsyaretiya xwe derbarê pêkanîna komkujiya kîmawî li Xûta Rojhilat di 21ê Tebaxa 2013an de, ku di encam de 1127sivîlên Sûrî şehîd ketibûn, sêyek ji wan jin û zarok bûn, û ew tewan xiste histê hêzên Dijberiya Sûriyê, lê lêpirsînên Neteweyên Yekbûyî, û rêkxistinên navdewletî hejmarek zêde ji nîşan û rûdanan eşkere dike, derbarê berpirsyaretiya rêjîmê ya yekser.
Ji xeynî vê yekê, Doh, nûnerê rêjîmê di Neteweyên Yekbûyî de tohmet xiste stûyê Ferensa de, wek hewildanekê ji bo tevlihevkirina kaxezan , û redkirina berpirsyaretiya rêjîma xwe, ya ku piştî tawanê dest ji embara xwe ya çekên kîmawî berda, di çarçoveya sizakirina navdewletî û gefa Amerîka bi bikaranîna hêzê.
Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê gotgotên nûnerê rêjîmê Beşar Ce’ferî û derwên wî yên ne berpirsyar şermezar dike, ku sivkatiyê bi xwîna qurbaniyan dike, û Hevbendî daxwazê ji Encumena Ewlekariyê dike ku dubare careke din pirsa komkujiya kîmawî veke, û wê pirsê bibe Dadgeha Tawankariya Navdewletî, da ku kesên kirde û berpirs destnîşan bike, û wan radestî dadgehê bike, û nehêle ku ew tawana xwe dubare bikin, herwiha hin raporên mafnasî ên serbixwe destnîşan dikin ku rêjîma Esed çekên kîmawî û qedexekirî 136 caran ji destpêka derkirina biryara Encumena Ewlekariyê hejmara 2118 di 27ê Îlona 2013an de bikar aniye, ku biryar bû embara kîmawî ya rêjîma Esed hatiba jinavbirin, berûvajî vê yekê sivkatiya wê bi Civaka Navdewletî, û hestbûna wê bi parastin û ne sizakirinê.
Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş Û Dijberiya Sûriyê
Nivîsgeha Rgihandinê
23ê tebaxê 2016