Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî, tekeziya piştgiriya xwe ji Artêşa Sûrî Ya Azad re dike, ya ku bi beşdariya hejmarek ji fesîleyên şervan li Helebê dest bi êrîşekê li ser bajarê Cerablisê kirin, ji bo rizgarkirina wê ji rêxistina DAIŞa terorîst, ji bo bidûrxistina metirsiya terorê û rêxistinên hevpeyman bi rêjîmê re ji wê herêmê.
Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî dilxweş e ji piştgiriya ku Tirkiya û Hevpeymanî didin operasyona leşkerî ya li Cerablusê, û tekez dike ku hebûna leşkerî ya Hevpeymaniyê demikî û destnîşankirî ye, ji bo piştgiriyê û alîkariya locistîk e, û şervanên Artêşa Azad ew in yên ku operesyonên şerên meydanî dikin.
Silav ji qehremanên artêşa azad û gelê me yê payedar re
Û dilovaniya xwedê ji pakrewanan re.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyî
Nivîsgeha Ragihandinê
24 tebaxa 2016