Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Li êvariya îro, hilîkopterên rêjîma Esed çend bermîlên teqîner yên “gaza kilora jehrîn” avêtin li ser taxa Elsikirî li başûrê Helebê, û têde bi dehan kes tûşî bînçikandinê bûn û piraniya wan zarok in.
Ev tawan berovajî herdu biryarên 2118 û 2209 yên encûmena ewlekariyê ne, û diyar e ku rêjîma Esed guh nade van biryaran, û ne jî raporta dawiyê ya NY ya ku têde avêtina bombeyên gaza kilorê li ser du navçeyan ji hilîkopterên rêjîma Esed hatiye dîkomentkirin.
Bêkarîna diyarnrkirina civaka navdewletî ji karvedanekê re li hember tawanên rêjîmê, û herwiha têkşikestina Encûmena Ewlekariyê di bergiriya di ber biryarên xwe de, nemaze raporta navnetewî ya navhatî, ku ev yek roniya kesk dide rêjîmê ku bi hemû alav û şêwazên berdest xwînrijandina xelkê Sûriyê bike.
Rêjîm û hevalbendên xwe wê berdewam bin di binpêkirinên xwe de, heger helwestek cidî ligel karvedanek cidî neyê standin ji aliyê civaka navdewletî li hember bikaranîna çekên kêmyayî, û herwiha li hember sercem tawanên din yên li dijî sivîlan bi çekên corbicor dibin, li pêş gihiştina tevaya fayîlên binpêkirinan bo dadgeha tawanên navdewletî.
Şikodarî ji Şehîdan re, Saxî ji birîndaran re, Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriya
Nivîsîngeha Ragihandinê
6 êlûn 2016