Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, diyar kir ku bêdengiya civaka navdewletî li hember tawanên rêjîmê, rê li pêş rêjîmê vedike ku gelek caran çekên kêmyayî ji bo kuştina sivîlên Sûriyê bikar bîne, tevî ku bikaranîna wê ji çekên kêmyayî re di raporta NY hat dîkomentkirin.
Duhî hilîkopterên rêjîma Esed çend bermîlên teqîner yên “gaza kilora jehrîn” avêtin li ser taxa Elsikirî li başûrê Helebê, û têde bi dehan kes tûşî bînçikandinê bûn û piraniya wan zarok bûn.
Hevbendiya Niştimanî duhî di daxuyaniyekê de got ku “bêkarîna diyarnrkirina civaka navdewletî ji karvedanekê re li hember tawanên rêjîmê, û herwiha têkşikestina Encûmena Ewlekariyê di berevaniya di ber biryarên xwe de, nemaze raporta navnetewî ya navhatî, ev yek roniya kesk dide rêjîmê ku bi hemû alav û şêwazên berdest xwînrijandina xelkê Sûriyê bike”.
Hevbendiyê tekez kir ku “Ev tawan berovajî herdu biryarên 2118 û 2209 yên encûmena ewlekariyê ne, û diyar e ku rêjîma Esed guh nade van biryaran, û ne jî raporta dawiyê ya NY ya ku têde avêtina bombeyên gaza kilorê li ser du navçeyan ji hilîkopterên rêjîma Esed hatiye dîkomentkirin”.
Daxuyaniyê bal kişand ku Rêjîm û hevalbendên xwe wê berdewam bin di binpêkirinên xwe de, heger helwestek cidî ligel karvedanek cidî neyê standin ji aliyê civaka navdewletî li hember bikaranîna çekên kêmyayî, û herwiha li hember sercem tawanên din yên li dijî sivîlan bi çekên corbicor dibin, li pêş gihiştina tevaya fayîlên binpêkirinan bo dadgeha tawanên navdewletî”.
Jêder: Hevbendî