Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Raportek di Rojnameya Garidiyan ya Birêtanî roja 29’ê tebaxa 2016 an de hatiye, têde sûcdariya karbidest û desteyên NY di doseyên gendeliyê û piştgiriya darayî ya çalakiyên gomanlêkirî bi dehên milyon dolaran, ligel berpirsên rêjîma Bişar Esed yên gunehbar bi encamdan tawanan û hatine sizadan bi sizayên navdewletî diyar dike.
Ev raporta Rojnameya Garidiyan dibe serê çiyayê berfê an ku gelek peywendiyên gomanlêkirî yên mezintir ên berpirsên NY li Şamê hene, û tevlî ku Hevbendiyê di demeke pêştir de NY agahdar kiribû, û redkirina xwe dabû xuyakirin li hember hebûna nivîsîngeha NY ya serekî li Şamê, di heman dema berpirsyaretiya wê di ber çalakiyên lojîstîk û girêdana hevdîtinan de, tevî hevdîtinên wê digel berpirsên opozisyonê û kesayetiyên ji rêjîmê cudabûyî re, ku ev dihat bi wateya ku zanyariyên wan kesan û çavpêketinên wan ligel berpirsên NY cihê dûvçûn û çavdêriya rêjîmê bûn.
Tevî ku Hevbendiyê bêhtir ji carekê daxwaza lêkolînê kirbû li ser gihandina alîkariyên NY bo serbazgehên rêjîmê û milisên wê, ku ev yek bi zanyarî û wêneyan hatibûn dîkomentkirin, wek tişta hatî eşkerekirin li serbazgeha Elmestoma li Idlibê.
Ew daxwazên ji bo pêkanîna lêkolîneka cidî heta niha berpirsên NY ji xwe re nekirine xem, lewra pêwîst e dewletên endam bikevin kar ji bona rawestandina van reftarên metirsîdar, yên ku ziyanan digehînin NY û gomanan ji aliyê xelkê Sûriyê û gelek aliyan têxe li ser rola wê di Sûriya de.
Hevbendî tekez dike ku ewê berdewam be di dûvçûna vê doseyê heta rastî bi timamî bên zelalkirin, û herwiha wê û her reftarekî alîgir ji rêjîmê re li dijî gelê Sûriyê û şoreş û berjewendiyên wê yên niştimanî riswa û eşkere bike.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
30 tebax 2016