Rêxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan Riyad Hicab, carek din hebûna rola Beşar Esed û desteka wî ya desthilatdar di qonaxa veguhêz de ya ji bo paşerojeke nû ya Sûriyê red kir.
Duhî roja sêşemê û piştî hevdîtina wî ligel Şî Şiyaw, şanderê Çînê yê taybet bo karubarê Sûriyê û berpirsên wezareta derve ya Çînê, Hicab di daxuyaniyekê de, amaje da ku rêjîma Esed “pabend nebûye bi van biryaran, û ket di hevpeymaniyan de ligel gelek milisan ji bona pêkanîna oparisyonên serbazî dijî Helebê û hewla valekirina wê ji nişteciyên wê yên resen da”.
Hicab helwesta desteya bilind ya danustandinan ji şanderê Çînê re pêşkêş kir derbarê “yekparçebûna xaka Sûriyê, û yekîtiya pêkhateya civakî, û çareseriya siyasî, û fermanraniya firealî û parastina dezgehên dewletê, û nabe rola Beşar Esed û her kesê tawan pêk anîne di qonaxa veguhêz de hebe “.
Hicab tekezî li ser “pêgiriya desteyê bi çareseriya siyasî ligor daxuyaniya Jinêv û biryarên encûmena asayîşa navdewletî kir, û bi taybetî herdu biryarên 2118 û 2254, û xuya kir ku desteya bilind “her ji destpêkê de bi cidî û erênî reftar li hember mijara çareseriya siyasî li Sûriyê kir”.
Hicab bal kişand ku “pêwîstiya destpêkirina geşteke nû ya danustandinan bi karnameyek zelal heye, li ser bingeha veguhestina siyasî û cêbicêkirina biryarên navnetewî, û derbaskirina alîkariyên mirovî û serbestberdana girtiyan û rêxweşkirina li pêş vegera koçberan”.
Serokê desteya bilind ya danustandinan cext li ser wê yekê kir ku “gelê Sûriyê dixwaze bi azadî û aramî bijî, dûr ji şer û tundrewiyê û stemkarî û dîktatoriyetê û rêxistinên terorîst”, û got: “me Sûriya divê bê hêzên derekî”, û herwiha daxwaz ji Çînê kir ji bona “bi rolek mezintir rabe bi rêka endametiya xwe ya hertimî di encûmena asayîşê de ji bona dabîkirina pêkanîna veguhestina siyasî bilez li Sûriyê”.
Jêder: Hevbendî