Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro raportek ji aliyê NY li ser bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê derket, û têde berpirsyaretiya rêjîma Esed di ber encamdana du êrîşên kêmyayî de li gundewarê Idlibê li bakurê Sûriyê tekez kir.
Raporta NY bal kişand ku hilîkopterên rêjîmê bi binpêkirina herdu biryarên encûmena ewlekariyê ya 2118 û 2209 rabûn, bi avêtina bombeyên bi gaza kilorê ya jehrdar li ser herdu bajarokên Tilmins û Sermîn, hevdem bal kişand li ser ketina hejmarek mezin ji birîndaran di nav sivîlan de û bi kêmayî şehîdbûna 6 kesan.
Tevî ku herdu rûdan di salên 2014 û 2015 rûdane, ku çend raport bikaranîna çekên kêmyayî li gelek navçeyên Sûriyê bi dirêjahiya 6 salan ji aliyê rêjîma Esed tekez dikin, di nav de gaza sarîn û ya kilorê û hin gazên jehrdar yên din, ku têde zêdetir ji 1500 şehîdî ketine, tevî birîndarbûna bi deh-hezaran.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza dadgehkirina berpirsên van tawanan dike, û tekeziyê dike li ser giringiya vekirina doseyên van komelkujiyên rêjîma Esed li dijî sivîlan bikaranîna çekên kêmyayî û yên qedexekirî pêkanîn, hevdem cext li ser giringiya raguhestina fayîlên bi temamî bo dadgeha navdewletî dike ji bona destnîşankirin û dadgehkirina aliyên biryarder û yê cêbicêkar ji bona rê bêne girtin li pêşiya pêkanîna tawanên wisa.
ku sizanekirina tawankaran, dibe xaleke reş di derfetên civaka navdewletî û mirovayetiyê de, herwiha dergeh tên vekirin li pêş encamdana tawanên şer yên bi çekên qedexekirî, bê ku tawankar bêne sizadan, û ev yek dibe gef li ser ewlehî û aştiya navdewletî.
Şikodarî ji Şehîdan re,
Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
25 tebax 2016