Serkirdeyekî di Artêşa Azad de diyar kir ku jinû-amadekirina bajarê Cerablos karê wan ê pêşinde ye, û tekez kir ku wê ev kar bi alîkariya Tirkiyê bibe, yên ku soza pêşkêşkirina her tiştê pêwîst di vê derbarê de dane.
Û şoreşgeran di rojên pêşî ji şerê ku navê “Mertalê Ferat” lê kiribûn, karîbûn dest deynin ser deverekê ji bajarê Cerablosê ber bi Amarna ve bi dirêjiya 16 KMan û firehiya 13KM li ser sînor,
Û neqîb Abdulnasir Celal, serkirdeyê leşkerî yê” Firqa Hemza” di daxuyaniyekê de ji ajansa Anadol re diyar kir ku astengiyên herî mezin li pêşiya me dema Artêşa Azad ket bajarê Cerablos de ew bûn ” mayîn û kemînên bombekirî yên ku DAIŞa terorîst li piraniya mal û kolanên Bajêr danîbûn”, û di heman dema derbasbûna Cerablosê, Artêşa Azad ew mayîn hilanîn da ku sivîl karibin vegerin malên xwe.
Û Celal amaje kir ku artêşa Azad hişt ku bidehên sivîlan yên ku ji pevçûnan reviyabûn derdora bajêr vegrin malên xwe, piştî ku malên wan hêmin kirin, û bal kişand ser ku hetina sivîlan ber bi bajêr û gundên derdorê ve wê di rojên tên de berdewam be, û sivîlan kêfxweşiya xwe diyar kirin der barê neçarkirina DAIŞê li ser vekêşanê, da sivîl careke din vegerin malên xwe.
Û Celal diyar kir ku wê Tirkiyê roleke wê hebe di vegerandina jiyanê bo bajêr, û amaje kir ku wê soz daye wan ku wê alîkariyan di derwazê Cerablos- Qarqamiş(iyaleteke Tirkî nêzî Cerablisê ye) re derbas bikin, herweha soza bikaranîna nanpêjgehan û bîrên avê û hemî alîkariyên lazim ji bo vegera hevwelatiyan dan.
Û derbarê warê ewlekarî, Celal got:” Artêşa Azad gelek rêbend di deverên derbasbûna bajaran de danîne, ji bo nehêlin ku DAIŞ û şanikên wê yên razayî derbas bibin bajêr”, û amaje kir ku Artêşa Azad dest bi damezirandina dezgehek ewlekariyê li bajêr kir, ji bo parastina hevwelatiyan û belavkirina hêminiyê li deverên bajêr.
Ji hêla xwe ve Mihemed Alfabî, serokê “Artêşa Tehrîr”tekez kir ku pêşindeya me ya niha alîkariya xelkê ye ji bo vegerin jiyana xwe ya normal, û wî jî got ku Tirkiyê soza alkariyê bi wan re daye her weha piştgiriya her karê ji bo vê armancê.
Û Alfabî got ku wê ew dadgehan li Cerablosê çêkin ji bo rêxistinkirina jiyana hevwelatiyan, û tekez kir ku şervanên Artêşa Azad wê xwe ji şerê DAIŞê re li deverin nû vala bikin, piştî dabînkirina bajêr.
Û Alfabî diyar kir ku cenga wan bi DAIŞa terorîst re ranaweste, û amaje kir ku gava wan ya li pey vê wê peyketina DAIŞê li gundewarê Helebê yê bakurê rojhilat be hata bajarokê Alra’î, û ji wir, wê berê xwe bide Babê li gundewarê Helebê yê rojhilat.
Hejmara nişteciyên Cerablosê û gundên dorê bi nêzî 90 hezar kes tê texmînkirin, piraniya wan dema DAIŞê ew dever Kontrol kir di êlûna 2013an de koçber bûn.
Û Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê silav û rêz da qehremanên Artêşa Azad li ser destkefta wan ya coreyî bi rizgarkirina bajarê Cerablosê.
Û Hevbendiyê tekez kir ku Şoreşa Sûriyê bi hêzên xwe yên siyasî û leşkerî û şoreşgerî ve, wê şerê xwe yê dijî terorîstiyê bi hemî coreyên wê ve berdewabm bikin, û ji dewletên bira û dost û civaka navdewletî xwest ku berdewamiyê di dabînkirina piştgiriyê de bikin, ji bo şikenandina rêxistinên terorîst û piştgirên wan, û di serî de rêjîma stemkar ya ku dagîrkerî anî Sûriyê û wêrankarî û bêserûberî li welat balav kir.
Herweha Hevbendiyê ji fesîleyên Artêşa Azad xwest ku parastina tekûz ji sivîlan re dabîn bikin, û rê li pêşiya koçberan xweş bikin, û ji Hikûmeta Demikî xwest ku xizmetguzariyan dabîn bikin û kar di dezgehên giştî de bikin, da hevwelatî jiyana xwe ji nûve dest pê bikin.
Jêder: Hevbendî+Anadol