Daxuyaniyeke Rojnamevanî
(Kesê di ber xwedê têne kuştin ew ji miriyan nayên hejmartin, belê ew li cem xwedayê xwe sax dijîn)
Hevbendiya Niştimaniya ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, nûçeya terorkirina wezîrê kargêriya xwecihî yê Hikûmeta demkî mamoste Ye’qûb Ele’mar û endezyar Cemal El’emarîn cîgirê wezîrê xizmetgozariyan, yên di kiryareka terorîst ya xwekujî de, bi destê rêxistina DAÎŞ a terorîst hatin armanckirin, tevî hejmarek ji şehîd û birîndaran ku rewşa hinek ji wan xirab e radigihîne.
Hevbendiya Niştimanî vê tawana kirêt şermezar dike û tekez dike ku ew kesên tawankar wê bêne sizadan, û tekez dike ku nêzîk e dawiya vê rêxistinê û rêveber û çêkerên wê tê.
Em rehmetê ji Şehîdan re dixwazin, û sersaxiya tevaya keç û kurên Sûriyê yên şoreşger dikin, û carek din dupat dikin ku şoreşa Sûriyê bi dirêjahiya şeş salan tekez kir ku ew şoreşa miletekî resen e, û kar û xebatê ji bo azadî û dad û rûmeta xwe li hember teror û zordariyê dike, herwiha berdewam e ji bo pêkanîna armancên xwe, û zordestî û dagîrkarî û teror ber bi neman û dawiyê diçe.
Şikodarî ji Şehîdan re, Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re, Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
23 êlûn 2016