Razgirê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Elhesen, diyar kir ko êrîşa li ser Helebê ya hêzên Esed û Milîtanên ko li rex wan şer dikin li ser taxên Helebê yên Rojhilatê yên dorpêçkirî, ew binpêkirina Biryarên Navdewletî ye û têkbirina derfetên çareseriya siyasî ye.
Di hevdîtineke taybet de Elhesen destnîşan kir ko vegera bombebarana bêserûber û dorpêçkirina niştecihan û birçîkirina wan da ewan mecbûrî koçkirinê bikin, tawankariyeke cengê ye gerek ji bo evê yekê Rêjîma Esed siza bibe, bal kêşand ser bêdengiya civaka navdewletî beraber evan binpêkirinan, nama tê pejirandin.
Çalakvan anîn ziman ko bajarê Helebê doh nîvê şevê ket ber bêtir ji 80 êrîşên asmanî, di wan êrîşan de çekên qedexeyan navdewletî wek napalm û fisfor bikar hatine. Çalakvanan gotin ko bombebaran li ser Navendên Kartêker li hundurê taxan di encamê de hinek sivîl, ji nav wan zarok û jin, şehîd ketin.
Bombebaranê “Navendên Berevaniya Sivîl” amanc kirin, ya ko ji bo xelata Nobila Aştiyê hatibû berbijarkirin. Di encamê de du Navend ji xizmetê hatin derxistin û gelek ziyan hiha turumbêlan.
Elhesen got amanckirina Navendên Kartêker operasiyonin tiroristî rêbazkirî ne, Rêjîm bikar tîne ji bo tevgera sivîliyê pûç bike, da hin bi hin Şoreşgeran lawaz bike û di pey re bi wan re lihevkirinên parparkirî imze bike, bi amanca guherîna dîmugrafî li herêmê wek gava niştecihên bajarê Dareya ya Gundewarê Şamê çê bû.
Jêder: Hevbendî