Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Enes Elebde, dibîne ko parastina Sivîlan pêngava yekemîn e ji çi rêkftina Navdewletî re li ser Sûriyê, û tekez kir ko ti çare tune ye eger Netewên Yekbûyî bi xurtî kar neke, û alavên diyar ji sizakirina kesên ko peymana agirbestê binpêkirine re daneyne.
Elebde di daxuyaniyeke taybet de di gera xwe ya li New York’ê de, li rex civîna komela giştî ya Netewên Yekbûyî di xola xwe ya 71emîn de, destnîşan kir ko ti cidîbûn li rex Netewên Yekbûyî tumye, ji bo derxistina biryarên bihêz derxîne, ku pê alava kuştinê ya ko Rêjîm û hevalbendên wê di bikaranîna wê de berdewam in rawestîne.
Elebde tekez kir ko hemû aliyên Opozisyonê doza jiyana aştiyane li Sûriyê dikin, her weha damezirandina dewleteke dad û azadiyê ku erk û mafên hemû hevwelatiyan wek hev bike û biparêze.
Serokê Hevbendiyê li ser giringiya hebûna Herêmeke bê bombebaran li ser temamiya xaka Sûriyê tekez kir, û dibîne ev rêbaz bêguman dikare sivîlan biparêze û tundiyê kêm bike û rêjeya derbideran kêm bike, hem jî wê bihêle alîkarî bigihên hewcedaran û derfeta têkbirina tiroristiyê bihêztir bike. û bal kêşand ser ko ew dê bihêle operasiyona siyasî berdewam be da bigihên veguhêza siyasî ya ko di biryarên navdewletî de hatiye dabînkirin.
Elebde gotina xwe wisa bidawî kir: “Em daxwaza çareseriyeke siyasî û vegera danûstandinên Cinêvê dikin, û ew jî nabe eger beraberiya alava leşkerî ya ko Rêjîm û hevalbendên wê tê de berdewam in neyê kirin.
û bêyî ko kuştinê rawestînin û sivîlan biparêzin, wê çi rewaya opozisyonê di imzekirina li ser çi peymanê tune be.”
Jêder: Hevbendî