Piştî derbasbûna yek rojê bitenê di ser wergirtina bergiriya sivîl ji xelata “Right Liflihod”re, ya tê bi navkirin bi xelata “ji şûna Nobil”, rêjîma Esed rabû bi armanckirina girûpa bergiriya sivîl ya bi “Şefqên Sipî” tê binavkirin, di oparesyona xwe ya leşkerî û terorîstî de li ser taxên rojhilat yên bajarê Helebê yên dorpêçkirî, ku bû sedema jikarketina du navendên bergiriya sivîl û herwiha çend otombêl û maşînên wan yên dihatin bikaranîn ji bo rizgarkirina sivîlan hatin têkbirin.
Hin çalakvanan ragihandin ku îro bi piranî bajarê Helebê ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê hat bombebarankirin, û têde navendên zindî hatin armackirin, û di nav wan de du navendên bergiriya sivîl û têde bi dehan kes, û jin û zarok di nav de hebûn, şehîd ketin.
Hêjayê gotinê ye ku Girûpa bergiriya sivîl ya di navçeyên rizgarkirî de bi awayekî xwebexş kar dike, berbijar e bo wergirtina xelata Nobil ya aştiyê, herwiha bergiriya sivîl kar di gelek navçeyên Sûriyê de dike , û yekser bi karê rizgarkirina sivîlan radibe, piştî oparisyonên bombebarankirina pêrewkirî ya ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê ve dibin.
Û hejmarek ji endamên tîma rizgarkirinê, di dema bi erkê xwe radibûn şehîd ketin, û tê zanîn ku bergiriya sivîl her ji roja destpêka damezrandina xwe di sala 2013an de û heta îro, kariye derdora 50 hezar kesî ji bin kavil û wêrankariyan, yên bi sedema bombebarankirina navçeyên rizgarkirî rizgar bike.
Jêder: Hevbendî