Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, civînên xwe yên xula 30an (xuleya şehîd Ye’qûb El’imar) di navbera 1-3 çirya pêşîn 2016 li Stembolê di baregehê Hevbendiya Niştimanî de lidar xist, ligel kawdan û rûbirûbûnên zehemt ku têde kirîza Sûriyê derbas dibe, hevdem ligel zêdebûna derdeseriyên xelkê Sûriyê, ji encama berdewamiya siyaseta tawankariyê ya tê birêvebirin ji aliyê rêjîma Esed û hevalbendên wê herdu hikûmetên Rûsiya û Îranê û milîsên tayifeperist, hevdem ligel paşketina rola herêmî û ya navdewletî ya ji bo dîtina çareseriyê ji kêşeya Sûrî re, û bi dawîkirina êş û azarên milet û peydakirina derfetan bo veguhestina Sûriyê ji rêjîmeke zordest û wêrankar bo rêjîmeke siyasî ya nû, ku bibe zimanê xelkê Sûriyê û armancên şoreşê ji bo dad û wekhevî û azadiyê.
Desteya giştî ya Hevbendiyê û hevdem ligel van kawdan û baredoxan, xişteya karubarên xwe gengeşe kirin, û di serî de pirojeyê çaksaziya Hevbendiyê, ku ji sê xalên serekî pêkdihat, yekem kar ji bo pêşxistina bernameyê siyasî, bi awayê ku bigunce ligel dîmenên qonaxa dahatî ya kêşeya Sûriyê, duwem; tekezkirina rêbaza karvedanker ya Hevbendiyê bo xwe kirî rêbaz di têkiliyên xwe de yên ligel sercem hêz û kesayetiyên di biyavê xebata niştimanî ya siyasî û sivîl û leşkerî de, û pêşxistina pêwendiyan ligel hev, siyem; hewldan ber bi aktîvkirina seqaya herêmî û navdewletî ya li derdora kêşeya Sûriyê, û ji bo nêzîkirina vê jîngehê bo kartêkirina erênî ligel srcem şax û rexên doseya Sûriyê, herwiha desteyê daxwaza syandina sercem rêşûnên ji bo bihêzkirina rêbaza siyasî û niştimanî ya Hevbendiyê ji serkirdeyatiya dahatî ya Hevbendiyê kir, nemaze dariştina bernameyê siyasî bo qonaxa dahatî.
Desteya giştî bi amadebûna serokê hikûmetê rola hikûmeta demkî û astengiyên dikevin li pêşiya wê gengeşe kirin, û biryar hat dan li ser berdewamiya piştgiriya karê hikûmeta demkî di pêşkêşkirina xizmetgozariyan de, û herwiha tevlîkirina endamekî nû di hikûmetê de hat pesendkirin.
Herwiha desteya giştî di civînên xwe de, gengeşeya aliyên rêxistinî yên pirojeya bernameyê çaksaziya Hevbendiyê kir, di gelek aliyan de, nemaze di aliyê girêdayî bi pêşxistina nûnerîtiya Hevbendiyê, ku biryar hat dan li ser zêdekirina rêjeya jinan û nûnerên pêkhateya Tirkumanan, herwiha rewşa rêxistinî ya Hevbendiyê hat gengeşekirin, û biryar hatin standin bi zêdekirina heyamê xuleyê ji şeş heyvan bo salekê her ji xuleya bê de kar bi vê yekê wê bête kirin, û di çarçoveya heman rêşûnan de, desteya siyasî hat helbijartin.
Desteya giştî ya Hevbendiyê tekezî li ser giringiya rola serkêşiya Hevbendiyê di qonaxa bê de kir bi rêka rola wê di bihêzkirina diyaloga Sûrî-Sûrî û pêşxistina wê ji bo gerantîkirina beşdariyek berferh ya xelkê Sûriyê di çareserkirina doseya xwe ligel hêz û girûp û kesayetiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, û ligel hêzên leşkerî yên şoreşê.
Di dema ku desteya giştî û desteya siyasî yên Hevbendiya Niştimanî, hest bi berpirsyaretiyên xwe di qonaxa bê de dike, di heman demê de tekez dike ku Hevbendiya Niştimanî wê bimîne wefadar bi şoreş û armancên xelkê Sûriyê re, û herwiha ji bi xwîna şehîdan û qurbaniyên xelkê Sûriyê re, yên ji bo avakirina sîstemeke demokrat û piralî û têde dad û wekhevî û azadî bo tevaya xelkê Sûriyê bête danbînkirin.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Desteya Siyasî
6 çirya pêşîn 2016