Parlemanê Oropî ji Rûsiya û Rêjîmê xwest ku” hemî êrîşên xwe yên dijî sivîlan û jêrxaneyên sivîl wek stasyonên avê û yên elektrîkê” li deverên dorpêçkirî li bajarê Helebê û herweha li tevaya deverên welat rawestînin.
Û perlemanê Oropî êrîşên dijî sivîlan û jêrxaneyên sivîl û berdewamiya dorpêçkirina sivîlan û astengîkirina gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê bi tundî şermezar kirin, û dilnearamiya xwe ya xurt derbarê derdeseriya sivîlan li deverên dorpêçkirî di hundurê helebê de û li tevaya deverên welat anî ziman, ji ber ku jin û zarok ji kêmtirîn pêdawîstiyên jiyanê bêpar dimînin.
Herweha parleman bi tundî di biryarekê de, doh pêncşemê nîro li strastborgê, şermezariya xwe ji êrîşên vê dawiyê re dijî Heyva Sor li Helebê anî ziman, ku ev binpêkirineke metirsîdar e ji yasaya navdewletî re, û di nav tewanên cenê de tê dîtin”. Û perleman daxwaza” sizakirina berpirsên di ber van tewanên cengê û yên dijî mirovahiyê” kir.
Û perleman daxwaza gavine berçav û yekser ji bo rawestandina karên dijminkarî û vekirina dorpêçê û dabînkirina alîkariyên mirovî û gihandina wan ji hemî sivîlan re, yên ku ew hewcedartirîn kes in ji wan alîkariyên hawarçûnê re.
Û Hevbendiya niştimanî ya Sûrî, ji komkara Erebî di riya emîndarê wê yê giştî re xwest ku Esed neçar bike ku van komelkujiyan rawestîne, û daxwaz hilgirtina karûbaran ji encumana ewlekariyê bike, û daxwaza rûniştineke awarte ji Encumana Ewlekariyê bike ji bo gengeşekiirina rewşa Helebê bi taybetî û Sûriyê bi giştî bike, û destwerdanek bi lez bike ji bo parastina sivîlan li Sûriyê, û cîbicîkirina biryarên xwe yên berê yên derbarê Sûriyê, û bi taybetî biryar bi hejmara 2139 û biryara 2042 û ya 2254 û ya 2268, yên ku bi tevaya xwe daxwazê ji rêjîmê dikin ji bo rawestandina tevgera leşkerî û rawestandina bikaranîna çekên giran, û rawestandina bikaranîna bêserûber ji çekan re li deverên sivîlan û bombebarana asîmanî bi bombeyên bermîlî, û vekirina dorpêçê ji ser deverên dorpêçkirî û rêdana derbaskirina alîkariyên mirovî.
Jêder: Hevbendî+ Ajans