Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Firokên Esed û Rûsiya îro piştî nîvro û di êrîşekê de li ser komeke xwendingeh û bazargeheka gelêrî li bajarê Has li gundewarê Idlibê, rabûn bikaranîna mûşekên bihêzteqîn yên bi pareşotan hatin avêtin, ku bûn sedema şehîdbûna 26 kesan bi kêmayî, ku piraniya wan xwendekar û wanebêj bûn, tevî birîndarbûna hejmarek ji kesên din.
Hevbendiya Niştimanî vê tawankariya pîlankirî û bimebest li dijî sivîlan û bikaranîna çekên teqînbihêz û armanckirina zarok di xwendegehên wan de şermezar dike, ku ev tawankarî tên bi hewla zêdekirina bazinê kuştin û ajawegeriyê û neçarkirina sivîlan li ser koçkirin û barkirinê.
Û berpirsyaretiyên civaka navdewletî xuya ne li hember vê tawanê, herçende ku hêjî serkirdeyên cîhanê û endamên xudan bandor di NY de, bêrol û bêdeng in li hember tawana şer ya berdewam, ku ev yek dibe fakterê alozkirina kirîza Sûriyê bê dîtina asoyekî çareserkirinê.
Şikodarî ji şehîdan re, Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re, Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragigandinê
26 çirya pêşîn 2016