Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi kêmî 23 sivîl ji nav wan 7 zarok û 9 jin bi sedema bombebarana firokên Hevpeymana navdewletî li gundewarê Reqayê (8ê çêriya paşî) şehîd ketin.
Hevbendiya Niştimanî vê bûyera ko sivîl têde hatine amanckirin pirotesto dike, û bi xurtî dawazê dike ku ev bûyerên wisa rawestin, û divê vekolîn tê de bibin, û li pilanên operasiyonên li dijî DAIŞê vegerin û kar bo sizakirina berpirsiyaran bikin.
Serpereştiya navendî ya Hevpeymaniyê şeva buhûrî mukur hat ku ew bû sedema kuştina 26 sivîlan di navbera çêriya paşî ya sala 2015an û heta Eylûla darbasbûyî, û rêkxistinên mafnasiyê yên serbixwe dibînin ko hejmar ji wilo bêtir e. Tev ko Serpereştiya Navendî ya Hevpeymaniyê mukur hat, lê hebûna qurbaniyên sivîl tê wateya ko karên ji bo saxlemiya sivîlan yên pêdivî nehatine kirin.
Miletê Sûrî bizava ji bo têkbirina DAIŞê bilind dinirxîne, lê ew dizanin wek ko xelk hemû dizanin ku rêjîma Esed makdera tiroristiyê ye û ew sedema wê ye, û eger pêrabûnên pêdivî nekin û jêderê vê tiroristiyê têk nebin ew ê berdewam belav bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
10.11.2016