Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, bi yekcarî red dike ku çi pêwendiyeka Artêşa Azad û hêzên şoreşa Sûriyê bi naveroka daxuyaniya arêtşa Rûsiya ya îro derketiye hebe, ya dibêje ku wan di navçeya 1070 ya Helebê de ya şer û pevçûnên dijwar lê hatîn encamdan, hin top û bombeyên dagirtî bi herdu gazên kilorê û fosfor dîtin e.
Û îro û di daxuyaniyek taybet de jêderekî berpirs tekez kir ku artêşa azad di şer û pevçûnên xwe de yên li Helebê yên li dijî milîsên Esed yên mezhebperist û terorîst dibin, bitenê çekên sivik û yên dijî mertalan bikar tîne.
Heman jêderî got ku: ” ew bombeyên hatine dîtin, bitenê ji aliyê hêzên Beşar û milîsên Îranê yên terorîst tên bikaranîn, û ew daxuyaniya Rûsiya belgeyek aşkera ye li dijî van milîsan, li ser bikaranîna bombeyên dagirtî bi gazên jehirdar, di demên bûrî de li çend navçeyên Helebê “.
Û jêderê berpirs daxwaz kir ku rêxistinên taybetmend yên NY, dest deynin ser wan bombeyan, û herwiha daxwaza vekirina doseyeka lêkolînek rijd kir, derbarê berpirsyaretiya desthilata Esed û hevalvendên wê di ber van bombeyan de”.
Jêder: Nivîsîngeha ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê