Daxuyaniyeke Rojnanemavanî
Jêdrekî berpirs ev yek ragihand:
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, bi yekcarî red dike ku çi pêwendiyeka Artêşa Azad û hêzên şoreşa Sûriyê bi naveroka daxuyaniya arêtşa Rûsiya ya îro derketiye hebe, ya dibêje ku wan di navçeya 1070 ya Helebê de ya şer û pevçûnên dijwar lê hatîn encamdan, hin top û bombeyên dagirtî bi herdu gazên kilorê û fosfor dîtin e.
Hevbendî tekez dike ku artêşa azad di şer û pevçûnên xwe de yên li Helebê yên li dijî milîsên Esed û yên mezhebperist û terorîst, bitenê çekên sivik û yên dijî mertalan bikar tîne.
Û herwiha ku ew bombeyên hatine dîtin, bitenê ji aliyê hêzên Beşar û milîsên Îranê yên terorîst tên bikaranîn.
Û daxuyaniya Rûsiya belgeyek aşkera ye li dijî van milîsan, li ser bikaranîna bombeyên dagirtî bi gazên jehirdar, di demên bûrî de li çend navçeyên Helebê.
Hevbendî daxwaz dike ku rêxistinên taybetmend yên NY, dest deynin ser wan bombeyan, û herwiha daxwaza vekirina doseyeka lêkolînek rijd dike, derbarê berpirsyaretiya desthilata Esed û hevalvendên wê di ber van bombeyan de.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Nivîsîngeha Ragihandinê
11 çirya paşîn 2016