Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nesir Elherîrî “têwirdana xuyanî” ya rêjîma Îranê di Sûriyê de pirotesto kir, û dibîne ko ew “binpêkirineke beloq ji biryarên Encûmena Ewlekariyê re ye ”.
Îranê milîtanên mezhebperest ko ji Pasvanên şoreşger û Elheşid Elşebî û Hizbulah û nandozên din pêk tên şandine, ji bo berevaniyê di ber desthilatdariya rêjîma Esed de bikin, piştî ko artêşa wê têk çûye û perçe bûye.
Serokê Desteya arkanê artêşa Îranî Mihemed Hisên Baqirî, diyar kir ko welatê wî kargehek ya mûşekan li Helebê çêkiriye ji bo lidijî miletê Sûrî bikar bîne.
Elherîrî dibîne ko bijarteya leşkerî ya ko Îranê bizavê jê re dike bêçere ye. Û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko di rûyê vê dijminkariyê de derkeve, û nehêle bingeh û kargehên leşkerî çêbike, da nebin gef dijî aramî û saxlemiya xelkê. Û destnîşan kir ko rêjîma Îranê siyaseteke tawankarî birêve dibe, û armanca wê kuştin, wêrankirin û koçkirina kotekî ye.
Elherîrî got:”ew xwe dixapînin dema xwe dibînin ku karin viyana şoreşê libal miletê Sûrî têk bibin”. bêtir got: “şoreş dê amancên xwe yên azadî û rizgariyê misoger bike çiqas ko plan ji hêla rêjîmê ve û yên piştgiriya wê dikin pêk bên.”
Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon, pêncşembê, daxwaz ji milîtanên Hizbulah û hemû aliyên din yên Libnanî kir, “da beşdarbûna xwe li Sûriyê rawestînin” û dibîne ko beşdarbûna hevwelatiyên Libnanî li Sûriyê “binpêkirin e ji peymana ko partiyên Libnanî li ser lihev kirine.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî