Serpereştekî Artêşa Sûrî ya azad bikaranîna rêjîma Esed ji çekên kîmawî re li dijî sivîlan li Sûriyê, bêyî ew bikaranîna çekên kîmawî û tawankariyên li dijî mirovantiyê çi karvedanê ji hêla Netewên Yekbûyî bibîne pirotesto kir.
Di gotinekê de Mihemed Seîd Misrî yê neqîb di Artêşa Azad de, li kongirê cîhanî yê têkbirina çekên nenormal yê ko li Malîzya du rojan dirêj dike, tekez kir ko rêjîma Beşar çi giringiyê nade biryarên navdewletî, çimkî ew berdewam çekên kîmawî li dijî sivîlên Sûrî bikar tîne.
Raporeta çarem ya Netewên Yekbûyî û Rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî, tekez kir ko rêjîma Esed gaza jehrîn dijî sivîlan bikar aniye, gava ko bermîlên teqîner yên tije gaza karbon li gundewarê Heleb û Idlibê bi ser wan de berdidan, hem jî rêkxistina Daişê gaza xerdel li Marih li gundewarê Helebê bikar aniye.
Çend kompaniyên cîhanî yên ko alavên têkbirina çekên nenormal çêdikin, û nûnerên çend dewletan di wî kongirî de beşdar bûn. Û Misrî yê pisporê têkbirina bombeyan e, diyar kir ko şandeya Artêşa azad digel kompaniyên beşdarbûyî, zanyarî li ser nûjentirîn alavên têkbirina çekên nenormal standin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî