Xelkên Kobanê nerazîbûna xwe li ser beşdariya zarokên xwe di kampanya leşkerî de ya ku PYDê ragihandiye ji bo rêzgirkirina parêzgeha Reqayê didin diyarkirin.
Çalakvan Ferhan Mihemrd ji malpere me re ragihand ku PYDê zarokên xelkê dixe nav şerkî ku ne şerê wan e û got: ” Şerê Reqqa şerê xelkê wê ye, ne şerê xelkên Kobanê ye yan jî yê devereke dine.
Mihemed nîşan da ku PYDê bi xwîna xortên Kurdan ecindeyên herêmî pêktîne û got: “Xelkên Kobanê nerazîbûna xwe didin diyarkirin ku ev şerê li Reqayê dibe ne şerê zarokên wan e”.
Ji aliyê xwe ve Welîd Mistefa, yek ji xelkên Kobanê ye li Tirkiyê dijî, ji mere got:” xelkên Kobanê Zrokên xwe ji nav lepên PYDê dirivînin , çimkî PYD bûne leşkerên ecindeyan, û xortên me dajon ber bi tehlûkeyê ve, carekê li Menbicê û carekê li Reqayê.
Her wiha Mistefa bal kişand ku wê di şerê Reqqa de bi hezaran xort bên kuştin û birîndarkirin ji bo ecindeyên PYDê û Emerîka..
Mistefa di dawiya axftina xwede ji PYDê xwest ku ji siyaseta xwe ya xirab vegere , û zarokên Kurdan neke qurbanî ji bo berjewendiyên xwe yên partîtî.
Jêder: Hevbendî