Netewên yekbûyî hişyariyê der barê ketina bêhtir ji ribek milyon kesên sivîl yên dorpêçkirî li taxên Helebê yên rojhilat di bin gefa jinêzamirinê dide, û ev yek tê bi sedema kêmbûna kelûpelên xwarinê, piştî ku Rêjîmê û Rûsya nehiştin kelûpelên xwarinê derbasî taxên dorpêçkirî bibin .
Û cîgirê axêverê fermî yê bi navê Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ferhan Heq di daxuyaniyên xwe de ji reojnamevanan re li baregeha Rêxistina navdewletî ya li Niyoyorkê got ku “Netewên Yekbûyî niha di çareseriyên herî baş de yên ku nehêlin bêhtir ji ribek milyon kes li rojhilatî Helebê ji nêza bimirin vekolînê dike, û divê bizav bête kirin ji bo nehêlana wê yekê”.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê dibîne ku tiştên li rojhilatî Helebê diqewimin “tawanên cengê û dijî mirovahiyê ne”, û bêdengiya civaka navdewletî der barê van tawanên ku li ser destên rêjîma Esed û milîşyayên piştgirtî ji Îranê yên ku li kêleka Rêjîmê û Rûsya şer dikin red kir, û dibîne ku ev tawanên ku dibin armanca wan “sepandina hevsengiyek leşkerî ya nû li Sûriyê ye”, ji bo di pêşerojê de karibin çareseriyek siyasî li gor xwe ferz bikin.
Û hin çalakvanan ji taxên dorpêçkirî gotin ku, kelûpelên xwarinê ji bazaran ber bi xelasbûnê ve diçin, û ev yek dibe wek gefekê be ku jinêzamirinek wek ya ku li taxên dorpêçkirî yên li bajarên din wek ya ku li Medaya çêbibû, û bi dehan kes û piraniya wan zarok bûn bi sedema birçîbûnê mirin çêbibe
Û mezinê şêwirmendên şanderê navdewletî ji bo Sûriyayê Yan îgland di gongirekî rojnamevanî de ku li Cinêvê lidar ket, da xuyakirin ku rewşa kesên dorpêçkirî li Sûriyê û bi taybetî li Helebê pir xerab e, û xwarin tev nemaye, nîşan da ku ribek milyon kes hîna dorpêçkirî ne li rojhilatî bajêr û malbat bi destpêka werzê zivistanê ketine rewşek xerab de.
Û taxên Helebê yên rojhilat, yên rizgarkirî ji desthilata Rêjîma Esed bi temametî dorpêçkirî ne ji aliyê hêzên Esed û milîşyayên tayfeperest, bi piştgiriyeke asîmanî ji Rûsyayê, û kêmbûneke mezin di kelûpelên xwarinê û alavên tendurustiyê de heye, û ev yek jiyana nêzî 300 kesên sivîl xistiye bin gefê de.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî + Acans