Bi sedema êrîşên hilîkopterên Rijêmê û firokên şer yên Rûsiya li ser herdu nexweşxaneyên Kefirzêta ya taybetmend û ya “Elensar naşiyonal” herdu jikar derketin.
Û hin rêxistinên mafnas yên navdewletî hin raport belav kirine û têde tekezî li ser wê yekê kirine ku Rijêm û Rûsiya siyaseta bombebarankirina nexeeşxaneyan û navendên giştî pêrew dikin, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û Rikberiya Sûriyê dît ku ev siyaset tê bi armanca têkbirina jêrxana bingehîn û kuştina xelkekî zêdetir ji bo neçarkirina wan li erêkirina agirbestên xwecihî, ku Hevbendî Van rêkeftin û agirbestan red dike û wan bi yekcarî nerewa dibîne.
Hin çalakvanan ragihandin ku nexweşxaneya taybetmend li bajarê Kefirzêta li gundewarê bakurê Hema duh êvarî roja înê, ji aliyê hilîkopterên rijêma Esed bi bermîlên teqîner hat bûmbebaran kirin, û ev yek bû sedem ku carek din jikar bikeve piştî ku di heyva êlûna bûrî de jî ji aliyê firokên şer yên Rûsiya hatibû bombebaran kirin.
Û çalakvanan diyar kirin ku bi sedema êrîşên firokên Rijêmê hin karmendên stavê pizîşkî yê nexweşxaneyê hatine birîndar kirin û herwiha ziyan li banê nexweşxaneyê ketine û hin ziyanên madî yên mezin li amûrên pizîşkî û li kogeha avê û sûtemeniyê û jêderê elektrîkê ketine, tevî wêrankirina beşekî mezin ji avahiya nexweşxaneyê.
Li aliyek din û li gundewarê rojava yê Helebê, çalakvanan gotin ku naxweşxaneya “Elensar naşiyonal” bi sê êrîşên esîmanî ji aliyê firokên Rûsiya hatiye armanc kirin, û ev yek bûye sedem ku nexweşxane bi yekcarî jikar bikeve.
Û Abdulrehman Îmo, yek ji pizîşkên karîger yên nexweşxaneyê ji “Beledî News” re diyar kir ku nexweşxaneyê heyvane pêşwazî li heft hezar nesaxan dikir, û pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî di sercem beşên xwe de dikir, ji neştergeriya giştî û neştergeriya hestû û guh û zarok û jinan tevî kilîngeha navokî.
Û Îmo got ku newşxaneyê xizmet pêşkêş dikir bo navçeyê ya hejmara nişteciyên wê digehêje 200 hezar kesî, ku yên belav kirin li ser Orom Elkubra û Elraşidîn û Xan Ele’sel û Kefird’il û Kefirniha û hin gundên din yên li gundewarê rojava.
Hêjaye gotinê ye ku firokên Rûsiya di heftiya yekê ya di vê heyvê de, dest bi armanckirina du nexweşxane û navendeka saxlemiyê li gundewarê rojava yê Helebê kirine, û herwiha naxweşxaneya şehîd Hesen Ele’rec ji nêzîkî heyvekî ve armanc kirine, ya di nav xelkê Kefirzêta bi nexweşxaneya “Elmexara”de dihat nas kirin, piştî ku bi mûşekên hejandinê hatibû armanckirin, ku bûn sedemê ziyanên mezin û jikarketina wê, tevî ku ew diket di şikeftekê de bi kurahiya 15 mitran di binê erdê de.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî