Toreyeke mafnasiyê got ko hêzên Rêjîmê Baxçakî zarokan li bajarê Heresta li gundewarê Şamê roja 06 çêriya paşî ya nuha amanc kirine, di encamê de 9 zarok şehîd ketine û 15 birîndar bûne.
Toreya Sûrî ya mafnasiyê di raporteke xwe ya nuh de got ko ew digel çend kesan ji xelkê bajêr û hin dîdevan û çalakvanên ragihandinê axivî û dîdevan û wêneyên amanckirina hêzên rêjîmê ji baxçê zarokan re pêşkêş kiriye.
Hat gotin ko hêzên rêjîmê bombe berdan derdorê baxçê zarokan Ecyal Elmisteqbel li taxa Elzehle li Heresta ya ko 29 zarokên navbera 4 -6 salan têde hene.
Bombeyan 9 zarok kuştin û 15 birîndar kirine û xwîn li meydana Gulzarê belav bû, zarok pir tirsiyan wê hingê xwarin dixwarin.
Zarokek dibîje ji tirsa bombebaranê ez nema li Gulzarê vedigerim
Bombebarana Gulzara Heresta hat pişt du hefteyan ji êrîşa li ser Dibistanekê li gundewarê Idlib û bi dehan ji nav wan jî 22 zarok şehîd ketin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî