Di dîroka kurdan de Şewata Sînemaya Amûdê bûyereke reş û giran e, ku di 13’ê çiriya paşîn 1960’î de li Amûdê, şewata sînemê rûda, û di encamê de nêzî 283 zarokan di nav pêtên agir de mirin.
Bi vê boneyê û li ser banga xwecihiya Amûdê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî, welatiyên bajêr îro 12 mijdarê demjimêr 4ê êvarê, bi vêxistina mûman, bîranîna 56emîn a Agirê sînema Amûdê bi meşeke bê deng vejîn kirin.
Mihemed Omer endamê xwecihiyê û yek ji kesên ku ji agirê sînemê rizgar bibû, gotinek xwend, têde diyar kir ku ew avahiya sînmê qet ne cihekî babetî civandina ewqas zarok bû , 300 zarokên kurd lê hatin şewitandin û bûn qurban bo derxistina dagîrkerên Fransî ji Cezayirê , Amûdê di sala 1960 de nifşek ji xwendevanan ji dest da.
Her wiha Omer da zanîn ku ta niha kes nizane kê ew bûyer cîbicî kir, lê rêjîma hevgirtî “wehde” ya wê demê berpirs e, ji ber ji erkê rêjîman e ku parastina welatiyan bikin.
Omer bal kişand ser rêkeftina di navbera Îran û Iraqê sala 1975an, ya Cezayir bi xwe serperiştiya wê kir, da şoreşa kurda li Kurdistana Iraqê bi serokatiya Mustefa Barzanî têk bibe, lê wan nizanîbû ku gel û maf tu car namirin.
Di dawiya gotina xwe de, Omer got ku pêwîst e em nakokiyan ji navbera xwe rakin da em mafê xwe biçespînin.
jêder: Hevbend