Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî teqîna terorîstî ya duhî bi şev li dijî cîgehekî li derdora bajarê Azazê hatî pêkanîn û 30 kes têde ji sivîlan û milîtanên artêşa azad şehîd ketine şermezar dike.
Hevbendî dubare daxwaza karekî cidî ji civaka navdewletî dike ji bo têkbirina terorê, û herwiha daxwaza pişkdariya wê dike ji bo rawestandina komelkujiyên berdewam yên di derheqê gelê Sûriyê de li ser destê rejima Esed û alîgirên wê dibin.
Herwiha Hevbendî gunehê belavbûna terorê têxe di stûyê dagîrkeriya Rûsiya û Îranê û di stûyê rejima Esed de ji ber siyasetên wan yên tawankarî, û hevdem cext li ser giringiya wê yekê dike ku pêwîst e civaka navdewletî bi lêdana koka terorê rabe, ya ji rejima Esed hevpeymanê herî nêzîk yê rêxistina DAÎŞê pêktê.
Şikodarî ji şehîdan re, saxî ji birîndaran re,
azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Nişrimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
14 çirya pêşîn 2016