Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, teqîna terorîst ya duhî bi şev hatî pêkanîn li dijî pêgehekî li derdora bajarê Ezazê, ya ku têde 30 kes şehîd ketine ji sivîlan û ji milîtanên Artêşa Azad şermezar kir.
Hevbendiyê dubare daxwaza karekî cidî ji civaka navdewletî kir ji bo têkbirina terorê û herwiha daxwaza pişkdariya wê kir ji bo rawestandina komelkujiyên berdewam yên di derheqê gelê Sûriyê de li ser destê rejima Esed û alîgirên wê dibin.
Herwiha Hevbendî gunehê belavbûna terorê xist di stûyê dagîrkeriya Rûsiya û Îranê û di stûyê rejima Esed de ji ber siyasetên wan yên tawankarî, û hevdem cext li ser giringiya wê yekê kir ku pêwîst e civaka navdewletî bi lêdana koka terorê rabe ya ji rejima Esed hevpeymanê herî nêzîk yê rêxistina DAÎŞê pêktê.
Jêder: Hevbendî