Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Ebdulehed Stêfo, diyar kir ko”lêdanên Leşkerî yên neştergerî” ji bargehên Rêjîma Esed re, û yên Milîtanên tawankar yên ko li rex wê şer dikin, ew e çareserkirina ko tête xwestin da kuştin li Sûriyê bête rawestandin û çareserkirina siyasî ji nû ve bê vejandin.
Stêfo di daxuyaniyeke taybet de got: “ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê pêdiviya me bi Operasiyoneke neştergerî li Sûriyê heye, ta ko rewş çareser bibe û kuştina sivîlan û koçkirina Sivîlan ji aliyê Rêjîmê ve raweste ”, û bêtir got: “giringî heye ko bargehên Rêjîmê yên leşkerî yên ko şerê li ser milet ji wan der tê amanc bibin, hem jî Firokxaneyên ko Firok ji wan difirin û û dibin sedema piraniya qurbaniyan, û hem bargehên Milîtanên tirorist yên ko êrîşî sivîlan dikin.”
Stêfo bal kêşand ser ku giring e çekên coreyî bigihên Artêşa azad, ji bo Sivîlan biparêze û nehêle Rêjîma Esed û hevalbendên wê kampaniyên leşkerî li dijî herêmên rizgarkirî pêk bînin. Destnîşan kir ko Hevbendiya Niştimanî di peywendî û hevdîtinên xwe yên ligel alayên leşkerî berdewam e.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî got: “guherîneke mezin di helwestên dewletên ko em peywendiyan bi wan re dikin de çêbûye, û bi taybetî Emerîka, Birîtanya û Firensa, û daxuyaniyên ji wir tên dibêjin ko derfeta bijardeya leşkerî bêtir bûye û heye ku jê pê ve tune be”, bal kêşand ser ko bijarteya siyasî di rewşa nuha de, bêyî bijardeyeke leşkerî ya tund gelekî bidûr ketiye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê