Daxuyaniyek Rojanamevanî
Bajarê El-Tel di dema agirbesteke ragihandî de rastî topbaraneke tund bi top û bermîlên teqîner tê, hevdem hêzên rejîma Esed hewlên dubarekirna êrîşkirinê dikin, di heyama helmeteke nû de, tevlî erêkirina fesîleyên Artêşa Azad ya Sûriyê ji bo tevlîbûna gereke nû ya danûstandinan.
Hevbendiya Niştîmanî topbaran û dorpêça berdewam, ji heyama zêdetir ji sal û nîvekê li ser bajarê El-Tel, wek hewldanekê bo koçberkirina welatiyan şermezar dike, ew jî di rêya çekê birçîkirin û birîna av û elikitrîkê û belavkirina rêbendan û tirsandina sivîlan.
Hevbendî tekez dike ku ew bawar e bi nûnerên welatiyan û fesîleyên Artêşa Azad, û pabendiyê bi piştevaniya wan dike, û hişyariyê dide di heman demê de ji xedra rejîmê û tawankariya wê û binpêkirinên berdewam ji agirbestan re, bi taybet ku beşek ji êrîşa wî li ser El-Tel tê wek tolhildanekê ji welatiyên wê, yên ku penaberên bajarên Xûta Rojhilat pêşwazî kirin û di berxwedana xwe de berdewam in di riwê komkujiyên esed yên berdewam de.
Hevbendî dupat dike ku bêdengiya navdewletî derbarê rewşa rojane li Sûriyê, rêxweşkirinek e ji kuştin û zêdekirina koçberiyê re, û di vê derbarê de nabe pilanên rejîmê bên pişguhkirin, yên ku armanc jê derbasbûna bajêr û valakirina wî ye, û ti kes nikare texmîn bike ku wê rejîm çi bike ji bo cîbicîkirina wan pilanan.
Berpirsyaretiyên Civaka Navdewletî û Encumena Asayişa Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî, li ser wan ferz dikin, fişarê bixin ser rejîm û hevalbendên wê û hişyariyê bidin wê ji egerên pêşbînîkirî, û neçarkirina wê derbarê pabendbûna bi biryarên navdewletî û cîbicîkirina xwestekên çareseriya siyasî.
Hevbendiya Niştşmanî ya hêzên Soreş Û Dijberiya Sûriyê
24 çirya paşîn 2016