Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hêjî nexweşxane û navendên pizîşkî û nexweşxaneyên meydanî bi awayekî berdewam dibin armancên serekî yên rijêma Esed û dagîrkariya Rûsiya, ku di heyva bûrî de bi awayekî rêk û pêk û pêrewkirî ev navend bi zehfî hatin bombebarankirin, em Karin bêjin ku di çarçovê kuştina sivîlan de, rojek tenê bê wêrankirina cihekî saxlemiyê derbas nebûye.
Ku duhî rêveberiya nexweşxaneya Elzehra Ya Jinan jikarketina nexweşxaneyê bi sedema êrîşên Rijêmê ragihand, ku ev nexweşxane ket di nav lîsteya bi dehan navendên jikarketî yên wêrankirî li bajarê Helebê, tevî bi hezaran wêrankariyên din yên li tevaya Sûriyê.
Îro û dibin sîbera dorpêçkirin û armanckirina nexweşxaneyan ya bi mebest de, karmendên kerta saxlemiyê û yên hawarhatina saxlemiyê bi şev û roj kar dikin ji bo saxî û selsmetiya nexweş û birîndaran bi alavên berdest, û hewla dîtina pilanên alternatîv didin ji bo pêkanîna karê xwe di zûtirîn dem de, û bûne sîmbola fedakariyê bi exlaqên xwe yên bilind.
Hevbendiya Niştimanî berpirsyaretiya armanckirina nexweşxane û navendên pizîşkî û meydanî û navendên çavdêriya kal û pîran û bankên xwînê, têxe di stûyê rijêma Esed û herdu dagîrkerên Rûsiya û Îranê de, herwiha dubare civaka navdewletî û rêxistinên mirovî û yên yasayî bi erkên wan li hember parastina kertê saxlemiyê û rûbirûbûna aliyên bi van binpêkirin û tawankariyan radibin agehdar dike.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza vekirina doseyeka lêkolînê dike li ser armanckirina berdewam û pêrewkirî ji kertê saxlemiyê re li Heleba dorpêçkirî û tevaya Sûriyê, herwiha daxwaza bizavek bilez dike ji bo rawestandina vê yekê û dadgehkirina berpirsên wê, û herwiha cext li ser giringiya piştgiriya kertê saxlemiyê li navçeyên dorpêçkirî bi awayekî bilez dike.
Şikodarî ji şehîdan re,
Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
26 çirya paşîn 2016
Nivîsîngeha Ragihandinê