Piştî rizgarkirina bi sedên gund û bajarokan li gundewarên Helebê ji destpêka operasyona “Mertala Firatê” ji hêla hêzên artêşa Azad ve ji DAÎŞê, ta niha bi hezaran malbat vegeryane ser mal û milkên xwe li gor ku çalakvan Cemşîd Omer ji me re ragihand.
Omer da zanîn ku gelek alozî û zehmetî li pêş xelkên ku vedigerin hene, û got: “di encama şer û pevçûnan de bi sedan mal hatine ruxandin, lewma kesên ku dixwazin vegerin nikarin“.
ji hêla xwe ve Fetah Mislim yek ji xelkên gundewarê Babê ye, ji mere got ku welatiyên ku hê li deverên wan şer û pevçûn berdewam in, li çolan di konan de dijîn.
“rewşa xelkê li bajarokê Qibêsîn û Erêmê gelkî dijwar e, nan û xwarin pir kêm e çimkî DAÎŞ alavên nanpêjgehan vedike û vedughêze deverên di bin kontrola xwe de, her wiha sotemenî tune ye û zivistan nêzîk e , û xelk darên xwe dibirin ji bo şewitandinê.
Û Mislim tekez kir ku DAÎŞ bi hezaran kes li bajorkê Qibêsîn ji xwe re kirine mertal.
Li ser rewşa tenduristî, Dr. Nîdal Ehmed, yê ji xelkên Babê ye û niha li bajarê Orfa dimîne, ji me re ragihand ku xizmetên tenduristiyê li Babê tune ne û bi zehmetî derman tên peydakirin.
her wiha hemû kadirên tenduristiyê derketine derveyî welêt, piştî ku DAIŞê bajarê Babê sala 2014 kontrol kir.
Hêjayê gotinê ye ku Artêşa Azad bêhtir ji 215 gundan ji destpêka oparasyona Mertala Feratê, di 24 tebaxê de, ji dest rêxistina DAIŞa terorîst rizgar kirine.
Jêder: Hevbendî