120 Cîgirên Birîtanî daxwaz ji Serokwezîra welat Tîrêza May kirin, ji bo fermanê bide hêzên asmanî yên Birîtanî da alîkariyên mirovî bi ser bajarê Helebê yê dorpêçkirî de berdin, bajarê Helebê yê nêzîkî sê heyvan e ji hêla hêzên Esed û milîtanên Îranî ve hatiye dorpêçkirin.
Cîgiran di gotarekê de ji serokwezîrê re şandine gotin: “dema behaneyan bidawî hatiye, û nayê pejirandin ku em li 100hezar zarokên li hember mirinê li ber xwe didin temaşe bikin. û em nikaribin ji wan re heyberên xwarin û bijîşkiyê dabîn bikin.” Bêtir gotin ko karîna operasiyona gihandina alîkariyan bo Helebê bi rêka asmanî heye, çimkî hêzên qeralî yên asmanî yên Birîtanya rojane li ser herêmên Sûriya difirin û diyar kirin ko ji erkê desthilatê ye alîkariya zarokan û kesên gihiştî yên ko derdê birçîbûnê dikişînin li Helebê bikin.
Berevaniya sivîl ya Sûrî destnîşan kir ko hejmara qurbaniyan di 12 rojên buhirî de ji encama bombebarana berdewam li ser Helebê û gundewarê wê, gihaye bêtir ji 500 şehîdî û bêtir ji 1600 birîndarî û 4 nexweşxane û du navendên berevaniya sivîl ji xizmetê derketine.
Wezareta derve ya Birîtanî bersiva gotara cîgiran da û got: “ew çi bijardeyê dûr nabînin, lê nuha helwestê dixwînin tako bijardeyên heyî binirxînin”. Bêtir got ko desthilatê havîna derbasbûyî gava bajar ket ber dorpêçeke tund, wê hingê amadebûna xwe da xuyakirin ji bo alîkariyan bigehîne Helebê bi rêka asmanî.
Niştecihên bajarê Heleba dorpêçkirî di vîdyoyekê de ji hundirê bajêr roja sêşemba çûyî de, daxwaz ji civaka navdewletî kirin ji bo tiştekî ji wan re bikin. Û tekez kirin ko hêj dem heye ko tiştekî bikin, û diyar kirin ko çi piroblem nîn e eger ew alîkariyên hawarhatinê bi rêka asmanî bavêjin, çimkî firokên hevpeymanan bi serpereştiya Emerîka rojane li asmanê bajarê Helebê difirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Acans