Roja yekşema bûrî 27/11/2016 li hola Himat House li bajarokê Hîrbrin nêzî bajarê Monister ê Almanî, pêşingeheke wêneyan ji hêla wênekêşê rojnamevanî Herêm Abdullah yê xelkê bajarê Silêmaniyê ye hat lidarxistin.
Herêm Abdullah wêneyên zarokên Kobanî kêşabûn, dema ku Pêşmerge hatin, û Kobanî ji DAIŞa terorîst hat rizgarkirin, û di riya wan wêneyan re kêşeya kurdî da nasîn, û bal kişane ser derdeseriya gelê Kurd li sûriyê û bi taybetî êş û azarên arokên kurd ên derbeder û bêcî û war , ji ber wêranbûna warên wan ji encama dagîrkeriya DAIŞa terrorist ji bajêr re.
Û şopandin û serdaneke balkêş ji wê pêşengehê re hebû, ji aliyî Alman û Kurdan ve, ji ber hejmarek baş ji kuraên Sûriyê û Kurdên Êzîdî yên Şingalê li wê deverê hene.
Jêder: Hevbendî