Duhî roja yekşemê, serkirdryê Partiya Çeksazî ya Kurdî û nûnerê wê li Herêma kurdistanê Cid’an Alî, ji aliyê çekdarên PYDê li gundekî ji yên devera aliyan yê ser bi bajarê Dêrikê ve hat girtin.
Û hin çalakvanan ji gundê Şêx Ibrahîmê yê devera Aliyan, gundê serkirdeyê Kurd lê hat girtin, ji dezgehên raguhanê re gotin ku çekdarên PYDê girtin ser mala Cad’an lê bû û ew girtin, û ew ber bi cihekî nediyar ve birin, bê ku hîç tohmetek li dijî wî hebe, û sedema girtina wî jî diyar nekirin.
Hêjayê gotinê ye ku bi dehan serkirdeyên ENKSê û çalakvan û siyasetmedarên kurd her ji destpêka heyva çirya pêşîn ve li ser destê çekdarên PYDê hatine girtin, û hêjî bi dehan girtiyên siyasî di girtîgehên PYDê de hene.
Jêder: Yekîtî Mediya