Berovajî daxuyaniyên Rûsiya yên armanckirina navendên pizîşkî û jêrxana binyatgerî bi awayekî pêrewkirî li Sûriyê red dike, hin wêneyên tomarkirî gihiştin destê Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, û têde êrîşên firokên Rûsiya û encamdana tawanên şer yên nû li rojavayê Helebê diyar dibin, li paş armanckirin û wêrankirina bi temamî ji hejmarek kargehan re di 15’ê çirya pêşîn de.
Ku ji aliyê wezareta bergiriya Rûsiya di 17’ê çirya pêşîn de parçevîdiyoyek hat belavkirin, û têde gotibû ku wê wargehekî terorîstan armanc kiriye, û di vîdiyoyê de armanckirina komgehên karxaneyan li gundewarê rojavayê Helebê ji aliyê firokên Rûsiya diyar dibe.
Û jêderekî taybet ji Nivîsîngeha Ragihandinê re got ku sê caran karxaneya li navçeya Atrab ya rojavayê Helebê li ser riya “Kefrnoran” li hola “Elbeyt Elrîfî” hat bombebarankirin, û bo cara yekê di 30/10/3016 an de li demjimêr 2:30 berbangê hat bombebarankirin, û beşek ji karxaneyê hat wêrankirin û di 5/11/2016 an de bo cara duwê di navbera demjimêr 8:30 heta 9 êvarî de hat bombebarankirin û bûn sedema ziyanên mezin, û cara dawiyê ku firokên Rûsiya di du êrîşan di mawê 5 xulan de bi carekî komgeh têkbir û şewtand di demjimêr 12 nîvro di 15/11/2016 an de.
Heman jêderî diyar kir ku komgeh ji sê karxaneyan pêk dihat, yekemîn karxane ji bo çêkirina xîvetan bû ku dihatin dabeşkirin li ser koçberan ku rojane 10 xîvet têde dihatin çêkirin û karmendên wê ji terzî û hesinkar û boyaxkaran pêk dihatin, û bal kişand ku tişta hatî wêrankirin biqasî 100 hezar dolarê Amerîkî bû, lê karxaneya din ya çêkirina kerasteyên pizîşkî bû yên pêwîst bo çêkirina dermanan wek malikên dermanan yên bilastîk, ku karxane radibû bi dabînkirina pêdawîstiyên karxaneyên dermanan yên di navçeyê de, û têde pênc karnend hebûn ji rêveberî û endezyar û karkeran, ku piraniya kerasteyên karxaneyê hatin şewtandin nirxê wan 150 hezar dolarê Amerîkî hebûn, û karxaneya din ya çêkirina belavên pêwîst bo cebarkirina şikestinan û kel û pelên pêwîst yên odeyên neştergeriyan bi çavdêriya endezyarekî û sê karnendan û biqasî 50 hezar dolarî bû.
Ku her ji 15’ê çirya pêşîn ve, Rûsiya û rijêma Esed radibin bi xurtkirina oparesyonên xwe li ser navendên pizîşkî û yên zindîwerî û komelgehên nişteciyan, ku bûne sedema jikarketina gelek ji wan navendan û ketina nêzîkî 500 şehîd û zêdetir ji 1600 birîndarî.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê