Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro çend tax û komelgehên nişteciyan û bazargehek û navendeka Bergiriya Bajêrvaniyê li herdu bajarokên Kefernibil û Mi’ret Elni’hman û hin navçeyên din li parêzgeha Idlibê ji aliyê firokên rijêma Esed û Rûsiya hatin bombebarankirin, û di wan êrîşan de 56 sivîl şehîd û bi dehan birîndar ketin.
Hevbendî van tawanan şermezar dike û tekez dike ku ew dikevin di çarçoveyê pirojeyekî tawankarî de, yê ji bona kuştin û koçberkirina gelê Sûriyê yê azadîxwaz.
Hevbendî hemû helwestên ku bazaran li ser şikandina îradeya gelê Sûriyê dikin şermezar dike, û tekez dike ku ew yek dibin fakterê zêdebûna kuştin û wêrankariyan.
Nabe bimînin li hêviya çi helwesteke erênî ji aliyê Rûsiya, û tikes pêşbîniyê nake ku Rijêma Esed bi xwe rabe bi rawestandina tawankariyan, û lewra hemû hêviyên rawestandina vê hovîtiyê dimîne girêdayî bi helwesta aliyên din yên civaka navdewletî.
Hevbendî tekeziyê li ser giringî û pêwîstiya lidarxistina civîneka awarte ya komelgiha giştî ya NY dike, nemaze piştî têkiştina Encûmena asayaşê di serederiya xwe de bi dirêjahiya şeş salan ligel bobilat û kuştin û koçberkirina berdewam yên li dijî gelê Sûriyê dibin, û hevdem hemû dewletên cîhanê dibîne berpirsyar li hember vê yekê, û lidarxistina civîna komeleya giştî ya NY dibîne ku ew derfeta dawî ye, ji bo rizgarkirina bi milyonan ji xelkê Sûriyê û yên navçeyê.
Hevbendî sipasiya wan hemû çalakvanên cîhanî dike, yên ji bo xistina fişaran li ser Rûsiya dixebitin, û piştgiriya wê ji rijêma Esed re û bombebarankirina sivîlên Sûriyê pirotesto dikin.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
04 çilê pêşîn 2016