Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro yekşembê 04.12.2016an, pêşwaziya serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê û şanda digel kir. Li ser rewşa Îraq û Sûriyê û rewşa Helebê gotûbêj kirin.
Û Al´abda tekezî li ser giringiya rawestandina êrîşên terorîstî yên ku hêzên rêjîmê û Rûsiya û milîsên Îranê li ser helebê dikin kir, ew ên bûn sedema şehîdbûna 750 kesî û birîndarbûna bihezaran, her weha rawestana hemî nexweşxane û dibistanan û wêranbûna navendên Berevaniya Sivîl.
Herdu alî li ser operasiyona rizgarkirina Mûsilê û serkeftinên Pêşmerge û Artêşa Îraqê li dijî Daişê axivîn. Serokê Hevbendiya Niştimanî rola serokê herêma Kurdistanê û Pêşmerge di parastina pêkhatiyên netewî û olî yên corbicor li parêzgeha Neynewa bilind nirxand.
Serokê Hevbendiya Niştimanî spasiya serokê herêma Kurdistanê kir, ji bo piştgiriya wî ji miletê Sûrî re di biwarên cobicor de. Û di vê derbarê de serokê Hevbendiyê diyariyek rêzgirtina miletê Sûrî ji serokê herêma Kurdistanê re pêşkêş kir.
Jêder: Rûdaw