Desteya bala ya danûstandinan tekez kir ko zincîra tawanên tirsank yên rêjîma Esed li dijî miletê xwe dike, ti rewayî jêre nehiştiye, û bi taybetî piştî ko hişt dewlet û milîtanên mezhebperest Sûriyê bi hêza xwe ya leşkerî û siyasî dagîr bikin û karînên wê û serweriya wê ya niştimanî têk bibin û Sûriya bêserûber hişt, û bû meydana dijatiyê û cihê tiroristiyê.
Desteyê di dawiya civîna xwe de li paytexta Siûdiyê rojên în û şembiyê, tekez kir ko ew pîlanên dijî mafê milet û hemû hewldanên lawazkirina opozisyona niştimanî û çi pirojeyên destjêberdana daxwazên milet red dike, nemaze veguhestina siyasî ya li gora biryarên navdewletî û bi taybetî biryara 2254 ya sala 2015an ya li gora daxuyaniya Cinêvê 2012an.
Desteyê di civîna xwe de 8 xal destnîşan kirin, ya herî giring daxwaza ji Encûmena Ewlekariyê û hemû dewletên heval û civaka navdewletî bi giştî, ko li berpirsiyariyên xwe xwedî derkevin û yekser bombebaran û kuştarên li gelek herêmên Sûriyê û Helebê bi taybetî dibin rawestînin, û bizavê bikin ko alîkariyên mirovî bê merc derbas bibin. Her wiha Desteyê daxwaz kir ko operasiyonên koçkirina kotekî yên ko guherîna dîmugrafî ya niştecihan amanc dikin û gefê li binyta civaka Sûrî û paşeroja wê dikin rawestin.
Daxuyaniya rojnamevanî ya Desteyê diyar kir ko ji nav birayaran ewê bizavê bikin li bal komela Netewên Yekbûyî ji bo biryarekê derxe der barê parastina miletê Sûrî li gora biryarên rewaya navdewletî û pirinsîba “Hevgirtin ji bo aştiyê ”, û destnîşan kir ko Deste sûre li ser sizakirina yên tawankarî lidijî miletê Sûrî û mirovantiyê kirine, û li dadgehên taybet bêne dadgehkirin, û ew ê peyketina dosya tawanên bikaranîna çekên kîmawî û çekên qedexeya navdewletî bikin.
Desteyê di gengeşya xwe de tekez kir ko dagîrkirina îranê ji Sûriyê re, metirsiyeke mezin e li ser herêmê bi giştî, çimkî Îran pirojeyê xwe yê dagîrkirin û dijminkariyê li dijî netewa Erebî bi tevayî berdewam dike û ew ê tiroristiyê li cîhanê belav bike
Û amaje kir ko ewê bizavê bikin ji bo yekirina alayên şoreşê û damezirandina Artêşeke niştimanî ya azad û yekgirtî, tako berevaniya milet bike û amancên wî pêk bîne û şerê tiroristiyê bi hemû corên wê bike, û tekez kir ko ew bi operasiyona siyasî ya danûstandinan pabend e, ji bo ber bi veguhastina siyasî ve biçe li gora daxuyaniya Cinêvê 2012an û biryara Encûmena Ewlekariyê 2118 û 2254 yên têkildar in, û beşdarbûna kartêker di têkbirina tiroristiyê de bi hemû cûreyên wê ve bi taybetî tiroristiya dewletê ya rêkxistî ko rêjîm dike û tiroristiya rêkxistina dewletê û rêkxistina elqaîde û ya milîtanên mezhebperest yên sînor derbas kirine (Hizbulaha Libnanî û Heşida Şebî ya Îraqî û nandozên Efganî)
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî