Enes El’ebide, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, serdana baregeha nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê kir, û ligel Serokê ENKSê Ibrahîm Biro û endamên nûnertiyê kom bû, û piştî wê hevdîtinê Serokê Hevbendiyê kongirekî rojnamevanî lidar xist û têde tekez kir ku serdana wî ya ji bo herêmê berhemdar bû, û hevdîtina wî ligel serok Barzanî giring bû, û di hevdîtinê de gelek mijarên navçeyê yên giring û bi taybetî rewşa Helebê û oparesyona rizgarkirina Mûsil û hin babetên din yên girêdayî rewşa navçeyê hatin gengeşekirin.
Ele’bide rawestana Hevbendiyê li kêleka Herêma Kurdistanê di dijberiya terorê de tekez kir, û sipasiya helwesta serok Barzanî kir ya ji bo piştgiriya şoreşa gelê Sûriyê li dijî rijêma Sûriyê.
Ele’bide got ku me ligel serok Barzanî behsa mijara derbasbûna hêzên pêşmerge yên rojava bo Sûriyê kir, û hevdem hêvî kir ku pêşmergeyên ENKSê derbas bibin û herwiha tevlî artêşa Azad bibin, ji ber ku ew hêzeke niştimanî Sûrî ye û ji pêkhateyek naskirî ye+-.
Herwiha Serokê Hevbendiyê piştgiriya xwe ji hêzên Mertala Feratê re ya bi piştgiriya Tirkiyê ji bo rizgarkirina bajar û bajarokên Sûriyê tekez kir, û giringiya oparesyona Mertala Feratê diyar kir ji bo dirustkirina navçeyek aram li bakurê Sûriyê ji bo koçberên Sûriyê.
Hêjayê gotinê ye ku şanda Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ya her ji roja yekşemê 4/12/2016 hatiye serdana herêma kurdistanê ji serokê Hevbendiyê Enes Ele’bide û cîgirê wê Ebdulehed Êstêfo û Hewas Agîd endamê desteya siyasî pêktê.
Jêder: Beşê Kurdî Di Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiyê De