Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Li beyaniya îro roja yekşemê, firok û hilîkopterên Esed bi piştigiriya Rûsiya komelkujiyeke hovane li dijî taxên nişteciyên Der’a pêk anîn bi bombebarankirina navçeyê bi nêzîkî 15 bermîlên teqîner, û di encamê de bi dehan şehîd û birîndar ketin, û çavkaniyên pizîşkî amaje bi bilindbûna hejmara şehîdan dikin ku bi piranî jin û zarok in.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez dike ku ev kuştar û kuştarên din dikevin li nav lîsta tawanên şer, ku Rûsiya û Îran li kêlek Rijêmê berpirsyar in di ber van tawanan de, û hevdem daxwaza destpêkirina bilez ji bo rawestandina van tawanan û dadgehkirina encamderan ji civaka navdewletî û encûmena asayîşê dike, nemaze daxwaza rawestandina kiryarên armanckirina nexweşxane û xalên pizîşkî û taxên nişteciyan dike.
Ev komkujî tê di çarçovê zêdekirina komelkujiyên hovane de yên bi piştgirî û rêveberiya dagîrkariya Rûsiya bi hemahengiya ligel Rijêmê û Îranê dibin, berî destpêkirina erkên çavrêkirî berî lidarxistina danustandinên Astana û Cinêv, ku gelek gumanan têxe li ser niyazên wan aliyên xwe bi gerantor didin zanîn, hevdem ku piştgiriyê didin hewlên binpêkirina rêkeftina agirbestê, û ev yak berê pirosesa aştiyê dide rêyên girtî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
30 nîsana 2017