Tora Sûrî ya mafên mirov duhî di raporta xwe ya heyvane de, kuştina 1014 sivîlan bi destê hêzên rijêma Esed û Rûsiya û hêzên Hevpeymaniyê û DAIŞê di heyva nîsanê de dîkomît kiriye.
Torê di raporta xwe de serjimêriyek wird ji qurbaniyên nîsana 2017 an re derxist, û têde kuştina 486 sivîlî hatiye ku 98 ji wan zarok bûn (rojane bi rêjeya 3 zarokan), û deh sivîlên din di bin eşkencê de bi destê hêzên Esed hatine kuştin, û herwiha bal kişandiye li ser kuştina 233 kesan ji sivîlan û ew jî 97 ji wan zarok bûn û 40 jin bûn, bi destê hêzên Rûsiya hatine kuştin.
Herwiha kuştina 85 sivîlan li ser destê rêxistinên tundrew dîkoment kiriye, 24 ji wan zarok bûn û 11 jin bûn, li ser destê rêxistina DAIŞê jiyana xwe jidest dane, hevdem ku 86 sivîl 24 ji wan zarok û 18 jin bûn li ser destê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li heyva nîsanê hatine kuştin.
Her weha di raportê de kuştina 79 sivîlan hatiye, 11 ji wan zarok û 17 jin bûn, di bûyerên xenqandinê yan di teqînên terorîstî de yên ku torê nikariye nasnameya encamderan û nejî jêderê agir û bombeyan destnîşan bike.
Tora navhatî di dawiya raporta xwe de daxwaz ji encûmena asayîşê û dezgehên pêwendîdar kiriye ku bi erkê xwe bilez rabin li hember kiryarên kuştinê li tevaya Sûriyê.
Herwiha daxwaza xistina fişaran li ser rêjima Esed kiriye ji bo rawestandina armanckirina xwe ya bi mebest û bêserûber li dijî sivîlan, herwiha Rijêma Rûsiya û sercem milîsên mezhebperist û rêxistina DAIŞ bi aliyên biyanî binav kirine, û ew bi beşdariya kiryarên kuştinê tometbar kirine, û herwiha berpirsyartiya yasayî û dadwerî di ber encamdana wan tawanan de xistiye stûyê wan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ wekalat