Ev cara duyem e di kêmî mehekê de, Netewên Yekbûyî nîgeraniya xwe ya tund diyar kir derbarê bi sedhezaran kesên ko li Xûta Rojhilat li gundewarê Şamê bi destê rêjîma Esed û milîtanên bi ser ve ji çend salan ve hatine dorpêçkirin, û bombebarana hêzên Esed ew rewş aloztir kiriye.
Stîvan Ducarîk berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî di kongirekî rojnamevanî de doh got ko rêkxistina wî hêj nîgeran e bi sedema têkçûna rewşa ewlekariyê û ya mirovî li herêma ko hatiye dorpêçkirin.
Ducarîk got hêj gihaştina keresteyên bazirganî û yên mirovî bo Xûta Rojhilat qedexe ne, Xûta Rojhilat ya ku dora 400hezar sivîlî tê de dijî, û bi sedema dorpêçê buhayê heyberên bingehîn pir giran bûye. Û got ko Netewên Yekbûyî ji çêriya pêşîn ya derbasbûyî de nikare derbasî Xûta Rojhilat bibe ya ko ji 2012ê ve dorpêçkirî ye.
Ducarîk destnîşan kir ko dorpêçê bandor li baregehên bingehîn wek navendên bijîşkî û dibistanan û yên din kiriye, çimkî nahêle xwarin û pêdiviyên bijîşkiyê derbas bibin, di heman dema ku şer li deverên derdora herêma Xûta çêdibe, ji nav wan jî bajarê Dûma, ya hejmarek mezin ji neştecihan lê dijî.
Berdevkê Navnetewî tekez kir ko rêkxistina wî amadeye ji bo pêşkêşkirina alîkariyan da jiyana xelkê Xûta Rojhilat rizgar bike, eger agirbest pêk were , her weha gelek cihên din jî li Sûriyê di bin dorpêça hêzên rêjîma Esed de ne, û niştecihên wan zehmetiyê dikêşînin wek gundewarê Hums yê bakur.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans