Îro 2-5-2017 çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD nivîgeha emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li Qamişlo girt.
çekdaran girtin ser civateke partiyên ENKS li nivîsgeha emîndariyê û doza valakirina nivîsgehê ji wan kirin ji bo girtina wê.
ji aliyek din ve duh Duşemê 1/5 xwecihiya Çilaxe bi amadebûna hin endamên emîndariya giştî ya ENKS hat vekirin, lê îro demjimêr 10 sibehê çekdarên PYD bi ser xwecihiyê de girtin, û serokê wê Ebdulxefar û du endamên xwecihiyê yên bi navê Elî Ferso û Fewaz Tehlo girtin.
Fesla Yûsif cîgira serokê ENKS bi tundî kirayarên girtina herdû nivîsgehan şermezar kirin, û got: di dema ku êrîşên hovane ji layê rêxistina DAIŞ û artêşa Tirkî ve bi ser devera me de tên, hêvî li cem me peydadibûn ku PYD lêvgerekê ji siyasetên xwe re çêke û helwestên xwe biguhere, lê mixabin ew di kiryarên xwe de berdewam in û tu guhertin di xwe de nekirin.
Yûsif diyar kir ku bi sedên kiryarên bi vî awayî wan ji doza wan venagerînin, û ewê di kar û xebata xwe de berdewam bin heta armancên gelê Sûrî û yê kurd cîbicî bibin.
Hêjayî gotinê ye ku nivîsgeha emîndariya giştî ya ENKS bi tenê vekirî mabû, lê ew jî ji hêla PYD ve hat girtin.
Jêder : Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê