Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî tawanên hovane yên li dijî kampên penaberên Sûriyê dibin şermezar dike, ku milîsên hizibulah û yekîneyên artêşa Libnanê û dezgehên ewlehiyê yên di dest hizbulah de rabûn bi desterkirin û eşkencedan û girtina ciwan û kalemêrên kampê, û têde 19 penaber hatin şehîdkirin û mirina 10 penaberên din dibin lêdan û eşkencedanê de, û girtina zêdetir ji 350 penaberên din ku piraniya wan ji kampên navçeya E’rsal bûn.
Hevdem ku belgeyên piştrast amaje bi wê yekê dikin ku desthiladên leşkerî yên Libnanê hewl didin bo veşartina van tawanên xwe, û rê digirin li pêş derbasbûna ajansên ragihandinê û herwiha rê li pêşiya karê dezgehên mafên mirov yên xwecihî û navdewletî qedexe dikin, ji bo ew tawan neyên belgekirin û hevdem ku di girtîgehên serbazgehan de rê hatine girtin li pêş pêwendiyên parêzeran ligel girtiyan, û serpêhatiyên sexte ji bo ajansan re tên pêşkêşkirin, ji bo şêwandina raya giştî û neçarkirina kesukarên şehîdan bo veşartina şehîdên xwe bê timamkirina rêşûnên yasayî, û herwiha rê bicarekî hatine girtin li pêşiya desteyên mafên mirov ji bo dîkomîtnekirina doxên veşartinê bi armanca veşartina sedemên rasteqîn yên mirinê.
Hevbendî berpirsyaretiyê têxe li ser desthilatên Libnanê, û daxwaza lêkolînek bilez dike derbarê van tawanên dibin di derheqa penaberên Sûriyê de û daxwaza dadgehkirina encamderan dike û sizakirina tawanbaran û rê bêne dan ji bo parêzer rabin bi erkê xwe û lêkolînan bikin li ser doxên girtina girtiyan, hevdem ku Hevbendî cext li ser giringiya radestkirina termên şehîdan dike bê merc û daxwaza cêbicêkirina rêşûnên yasayî dike.
Hevbendî daxwaz ji NY û komîta navdewletî ya mafên mirov û ji sercem rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar dike ku rabin bi bizaveke bilez û rabin bi erkê xwe ji bo rawestandina van tawan û bipêkirinan û dadgehkirina encamder û berpirsyarên van tawanan.
Hevbendî her hewlekê ya ji bo derbaskirina tawanan di derheq penaberên Sûriyê bi bihaneya “parastina ewlehiyê” yan bi bihaneya dijberiya gefên terorîstî li ser Libnanê û kampa E’rsalê red dike, û cext li ser giringiya dabînkirina parastina penaberan û mafên wan dike bi awayekî ku guncayî bin ligel yasa û rêkeftinên navdewletî yên parastina penaberan û bi taybetî yên taybet bi dabînkirina parastina yasayî û mafên wan ji bo standina mafên xwe li pêş dadgehan.
Hevbendî tekez dike ku girtin û tirsandin û kuştina penaberan bi eşkence û lêdanê nabe ku bibin li bin bihaneyên “xwe dûrkirinê” hevdem ku rê tête dan bo berdewamiya milîsên hizibulaha terorîst li ser kuştina jin û zarokan li Sûriya û Libnanê û radibin bi piştgirya rijêma zordar û tawankar ji bo koçberkirina penaberan.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
5 tîrmeh 2017